Diyarname
Rewşan Çelîker ji straneke gelêrî xebateke nû saz kir û jêre klîbeke kişand.
Li gor agahiya ku Rewşan Çeliker belav kiriye wê di sala 2014’an de li Bazîdê ev stran berhev kiriye. Çeliker wisa gotiye, “Em nizanin ka ev stran çend salî ye lê em dizanin ku; bi xêra bazirganekî gerok hatiye Çaldıranê. Wê şevê li wî gundî dawetek heye û bazirgan jî mêvanê wî gundî ye. Vêca dor tê ser vî bazirganî, gundî dibê gere tu jî stranekê ji me re bêjî. Ew jî "Dîlo Malê Min Dîlo" dibêje.”
Çeliker stran ji devê Tajdîn Çelîk û Ahmet Çelîk berhev kiriye û xwendiye. Klîba ji bo vê stranê jî Kadir Yucel “u Yasemin
Kurttekin kişandiye.
Em vê klîbê wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin. Kerem bikin.