HESEKÊ
Li bajarê Hesekê Şaredariya Azad ku ji 2’yê vê rezberê ve dest bi xebatên xwe yên amadekirinê kiribû, tevî derfetên hindik jî dest bi xebatên xwe kir.
Piştî ku saziyên dewletê li bajarê Hesekê nema bi karê xwe radibin û pirsgirêkên gel zêde bûn û nema çareser dikin, Meclisa Gel a Bajarê Hesekê bi armanca xizmeta şêniyên herêmê Şaredariya Azad vekirin. Şaredarî ji 2’yê rezberê ve navenda xwe li taxa Til Hecer vekir û dest bi xebatên amadekariyê kir. Piştî demek kurt hejmara kesên di şaredariyê de cihê xwe girtin gihîşt 21 kesî. Ji nav endamên şaredariyê 4 kes wekî Desteya Rêveber hatin hilbijartin û ji van Karker Remedan wekî Serokê Şaredariya Azad a Hesekê hat hilbijartin. Di nava endamên şaredariyê de welatiyên ereb jî cihê xwe digirin.
Rayedarên Şaredariya Azad a Hesekê destnîşan kirin ku dê xebatên wan di çarçoveya çêkirina xetên avê, paqijkirina parkên hatine paşguhkirin, ronahiya kolanan, paqijkirina kanalîzasyonan û paqijkirina kolanan de bimeşînin. Rayedaran diyar kirin ku dê xebatên wan niha di taxên Til Hecer, Miftî, Salihiyê, Nasra û Kelasê de bêne kirin û di demên pêş de dê xebatên xwe berfireh bikin.
Ji ANHA'yê hatiye girtin