Diyarname
Wezîrê Hawirdor û Daristanê Veysel Eroglu bankeyên wekî Akbank û Garantî jî di nav de dixwaze ji bankeyên Tirkiyeyê krediyê bigire û Bendava Ilisûyê ku dê Heskîfê noqav bike çêbike. Komeleya Xwezayê ev helwesta neyînî radigihîne raya giştî û dixwaze ev banke dest ji ve alîkariyê berdin. Em jî wekî malper piştgiriyê didin vê daxwaza Komeleya Xwezayê.
Komeleya Xwezayê li ser vê gotina Eroglu ji her du bankeyan re nameyeke şandiye û hem xwestiye dest ji vê gavê berdin û hem jî ji wan agahî xwestiye. Lê heta niha her du bankeyan jî tu agahî nedaye.
Serokê Komeleya Xwezayê Guven Eken dide zanîn ku Heskîf û Newala Dîcleyê li gor krîterên mîrateya dinyayê ya UNESCO'yê ji dehan nehê wê wekî hev e û dixwaze ev der bikeve bin parastina UNESCO'yê.
Eken ji bo her du bankeyan balê dikişîne ser bankeyên dinyayê ku dest ji vê projeyê kişandin û wiha dibêje: "Pêşî Bankeya Dinyayê, dûre jî bankeyên razemeniyê yên li Ewropayê* dest ji vê projeya ku zerareke cidî dide xwezayê kişandin. Her çiqas wezîr Eroglu dibêje wê Heskîf û Newala Dîcle bêne parastin jî vekişandina van bankeyan delîla berbiçav e ku ev der dê neyê parastin. Ji ber vê yekê Akbank û Garanti ku li Tirkiyeyê razemeniya bi mîlyonan kesî di destê xwe de digire divê heman xesasiyetê nîşan bidin."
*Wekî notek: Bankeyên krediyê yên li Almanya, Avusturya û Swîsreyê û Hikumeta Tirkiyeyê bi hev re peymaneke çêkirin û dê piştgirî bidana vê projeyê. Bankeya ev piştgiriya xwe bi bicihanîna 153 şertan ve girê da. Lijneyeke zanyaran a ji 15 kesan pêk hatî ya ji qada navneteweyî hate Tirkiyeyê û ji aliyê cureyên biyolojîk, mîrateya çandî û qadên bi cih bûnê ve li meseleyê mêze kir. Lijneyê biryar da ku Tirkiyeyê ev 153 şert neanîne cih. Ji ber vê yekê ev bankeyên navborê di tîrmeha 2009'an de dest ji piştgiriya projeyê kişandin.
Wêne ji malpera Komeleya Xwezayê hatiye girtin