Diyarname
Li Japonyayê pêşbaziya xewê dan dest pê kirin. Serîlêdan wisa zêde bû, 800 kesî serî lêda. 2.22 mîlyon yen (dor 13 hezar dolar) dan serketiyê pêşbaziyê.
Li gor nûçeya News On Japonê pêşbazî li Tokyoyê li dar ket. Pêşbaziya xewê. Li dinyayê ev tiştek nû bû. Kesên beşdarî pêşbaziyê bûn alavên şopandinê yên mejî dan serê wan. Bi vê li sê tiştan mêze kirin: xeweke kûr û qelîteya xewê, dema ku ji bo xewê pêwîst e, û aramiya xewê di dirêjahiya pêşbaziyê de. Pîvan di nav xaleke xewê ya taybet de hatin berhevkirin û beşdarê ku xala herî bilind bi dest xist, wekî serketî hat ragihandin.
Ji bo kesê yekem 2,22 mîlyon yen danê. Ev xelat li gor "Zzz" ya ku sembola xewê ye hatiye diyarkirin, loma 3 heb "2" li dû hev in. Ji bo duyemin jî 220 hezar yen danê.
Kompaniya Koala Mattress pêşbazî li dar xist. Kompaniyê bi vê yekê bal kişand ser edetên xewê ya li Japonyayê. Li Japonyayê ji ber hin sedeman mirov hindik radizên.
Nûnerekî kompanî yê ji Awistralyayê got, "Di civaka japonî de çandek heye ku mirov pir caran ji ber saetên dirêj ên kar û berpirsyariyên malê, xewê dikin qurban."
Piştî ku gotin "Şev baş" pêşbaziyê dest pê kir. Hin beşdar di cih de razan, hinan ji ber kamera û kesên derdorê zehmetî kişandin.
Beşdar ji temenên 20’î heta 50’î bûn; jin û mêr tev de beşdar bûn. Hinan gotin ji bo pereyên xelatê ketine pêşbaziyê; beşdarekî din jî got 22’ê reşemiyê rojbûna wî ye, loma bikaranîna dubare ya hejmara diduyan bi taybetî bala wî kişandiye.
Bûyer ji sê pêşbaziyan pêk dihat, di her yekê de nêzî 25 kes hebûn; bi giştî nêzî 75 beşdar bûn.


