Diyarname
Di salvegera kuştina Gerînendeyê Weşanê yê Agosê Hrant Dînk de ev 10 sal in Xelata Hrand Dînk a Navneteweyî tê dayîn. Îsal ji Tirkiyeyê rojnameger-nivîskar Murat Çelîkkan û Rêxistina Mafên Mirovan Mwatana hêjayî xelatê hatin dîtin.
Di nav juriya îsal a diyarker de Eren Keskin, Ai Weiwei, Albie Sachs, Ayşe Kadıoglu, Ercan Kesal, Ozlem Dalkiran, Ronald Grigor Suny, Sarkis, Serj Tankian, Zainab Salbi û Rakel Dink hebûn û wan kes û saziya ku dê xelat bigirin diyar kirin.
Li Qesra Pêşangeh û Kongreyê ya Lutfu Kirdar a li Harbiyeya Stenbolê merasima xelatdayînê li dar ket. Çelîkkan ku xelat girt wisa got: "Ez li vir im, ji ber ku li hemberî vê polîtîkaya xwîn û mirinê sivîl bi mirinê hatibin mehkûmkirin jî hemberî vê, mirovên dengên aştiyê bilind dikin jî hene."
Ji derveyî Tirkiyeyê Rêxistina MAfên Mirovan Mwatana xelat girt. Li ser navê rêxistinê Radya el-Mutavakel axivî û got: " Di navbera rewşa li Tirkiyeyê û ya li Yemenê de cudahiyên mezin hebin jî em wekî saziyên mafên mirovan rastî heman zehmetiyan tên."
Hrant Dink ku di 15'ê gelawêda 1954'an de hatibû dinê, di 19'ê rêbendana 2007'an de li Şîşlî li ber avahiya Agosê hat kuştin.