Azad Makuyî
Serokê Komara Ermenistanê Serҫ Sargsjan (Serc Serkîsyan), xelata Mosês Xornî ya wêjeyî îsal da nivîskar û helbestvanê kurd Elîxan Meme. Elîxan Meme Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên Ermenistanê û Gerînendeyê Weşanxaneya kurdîziman Zagros a li Yerîvanê ye.
Mosês Xoreyî mêjûnûsekî ermenan ê sedsala pêncemîn a zayînî ye û xelata wî li Ermenistanê didin kesayetiyên ku gihîştine bilindtirîn pileyê di warê zanist û wêjeyê de.
Elîxan Meme yekemîn kurd e ku vê xelatê werdigire. Wî hin pirtûk bi kurdî nivîsîne û ҫapkirine yek ji wan Elifbêya kurmancî ye ku ji bo qutabiyê kurd li dibistanên seretayî li Ermensitanê amade bûye.
Werger ji farisî: Jan Dost
Ji dibistan.blogfa.com hatiye girtin