logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin
  2. Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê
  3. Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye
  4. Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin
news-details

Şêx Murşîd Xeznewî banga Pêşmergeyên Roj kir û pirsa 'Kengê' ji wan kir

  • Dîrok: 21/01/2026
  • Beş: Nûçe


21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

…Ev nûçe tê nûkirin…

 

Lahûn Cengî peyamek li ser Rojava belav kir
Siyasetmedar Lahûn Şêx Cengî Talebanî li ser Rojava peyamek belav kir û got, "Bi awayekî fîzîkî ez li girtîgehê me lê ez bi dil li cem we me."
Talebanî li ser hesabê xwe yê facebookê wêneyê xwe yê ligel Mazlum Ebdî jî belav kir û wisa got, "Berxwedan rêya serketinê ye, loma jî ber xwe bidin û bi paş ve venekişin. Hûn li hemberî êrîşan ber xwe birin hûnê civaka navneteweyî bînin ser rê. Ger na, wê kes bersiva we nede. Xwedê ligel yên ber xwe dide ye."

*

ŞÊX MURŞÎD XEZNEWÎ PIRSA PÊŞMERGEYÊN ROJ KIR
Dr. Şêx Murşîd Xeznewî di bernameya Rûdawê li ser rewşa dawî axivî. Xeznewî pirsa Pêşmergeyên Roj jî kir ku hê deng ji wan nayê, "Hûnê kengê biryarê bistînin?"
Va ye ji wê bernameyê çend gotinên Xeznewî:
- Ji HSD'ê bi quwettir hûnê bikaribin hêzeke din li Rojavayê Kurdistanê çêbikin? Egir bi HSD, YPG, YPJ têk here wê Rojavayê Kurdistanê jî têk here.
- Îro tiştê tê xwestin em destên General Mazlum Ebdî li ser maseyê bi quwet bikin. Ew şertên wan hemû giran in, lê em dibînin General çawa dixwaze vê herêmê biparêze, vî miletî biparêze. Ji ber vê, van sêv rojên werê de, her çar parçeyên Kurdistanê, parçeyê pêncan dîaspora, ger bikaribin bexdekî mezin çêbikin li ser Yekîtiya Ewropayê, Amerîka belkî bikaribin muadele bê guhartin. Ji bo vê yekê, li Bakur û Başûrê Kurdistanê, ger hûn bawerin cihek bi navê Rojavayê Kurdistanê heye sînoran bişkînin.
- Berî ku ez daxwaz ji miletê Başûr û Bakurê Kurdistanê bikim, ez berê xwe didim Pêşmergeyên Roj. Hûn li benda çi ne? Kengî? Hûnê kengî xwedanê biryarê bin? Hûnê kengê biryarê bistînin? Hûn rojek wekî îro hûn ne xwedî biryarê bin, kengê? Tu ji Aldar Xelîl ditirsî, yan ji Aldar Xelîl aciz î, kerem bike Aldar Xelîl bide kuştin û miletê xwe biparêze. 
- Hinceta we ew bû, we digot 'Ji bo em şerê birakujiyê nekin em derbasê Rojavayê Kurdistanê nabin'. Îro miletê te tê îbadekirin. Tu hê li bendê yî? Bi kêmî derbas be, wê şerê xwe yê birakujî bike. Bi kêmanî egir em şikestin bila keç û dêyên me di destê we de bin, ne di destê wan ereban de.

*

SAZIYÊN HIQÛQÎ: LI GOR PARASTINA STATUYA ROJAVA GAVAN BIAVÊJIN
Li Amedê, Baroya Amedê, ÎHD û OHD li ber Edliyeya Amedê li ser Rojava daxuyanî dan çapemeniyê.
Saziyan bang li dewletan kir û got, "Banga me li dewletên bandor li ser Sûriye û Rojava heye ye; Li Sûriyeyê li hemberî êrîşa dijî sivîlan, li hemberî êrîşa dijî binpêkirina mafan ji aliyê olî-etnîkî ve divê bêdeng nemînin. Ji bo ji aliyê hiqûqû û siyasî ve parastina statuya Rojava li gor hiqûqa navneteweyî divê gav bêne avêtin."

Li aliyê din saziyan bang li Serokomariya Tirkiyeyê, partyên li MEclisê û bang li partiyên din kir ku Komara Tirkiyeyê ne piştgiriya hêzên radîkal wekî HTŞ û ên din, ligel kurdan û gelên din ên li Sûriyeyê bikevin nava diyalogê û bi vê kedê bidin aştiya mayînde.

*
LI NISÊBÎNÊ ÇÛN SER SÎNOR
Li Nisêbînê bi deh hezaran bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Rêveberiya Xweser ber bi sînorê Qamişloyê ve bi diruşma , “Rojava rûmeta me ye” meşiyan. Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, bi tevlibûna Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tuncer Bakirhan û Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endam û rêveberên saziyên sivîl en civakî û deh hezaran kes li ber Goristana Hecacê ya li navenda navçeya Nisêbînê kom bûn. Girseyê bi diruşmên, “Rojava rûmet e rûmeta gelê Kurd e” û “Bijî berxwedana Rojava” dest bi meşê kir.

*

KOMÊN ÇETE GIRTÎGEHA EQTANÊ DOPÊÇ KIRIN
Hezên girêdayî HTŞ'ê bi tang, top û droneyan dor li Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê girtin. Di girtîgehê de gelek çeteyên DAIŞ'ê hene. Tê gotin, dorpêçî dewam dike. 
HTŞ'ê berê jî bi ser girtîgehên din de girtibûn û girtiyên DAIŞ'ê serbest berdabûn.

*

HEYETA DEM PARTÎ Û DBP'ê diçe Rojava.
Ji bo nûçeyê, lînkê bitikînin...

*

GORÊN KURDAN XIRA KIRIN
Li Şedadî endamên çeteyên HTŞ'ê êrîşê gorên kurdan kirin û borkoleyên wan şikandin. Di dîmenên hatine belavkirin de ev yek dixuye û yek bi yek berkoleyan dişkînin.

*

Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn piştgirî da Rojava 
Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ya Silêmaniyê ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bi beşdarbûna endamên Komeleyê, çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. 
Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Silêmaniyê Cemîl Hewramî destnîşan kir ku êrîşên komên çete yên Sûrî ku bi fermana Colanî li ser Rojavayê Kurdistanê tê kirin, bi armanca qirkirina gelê kurd e.
Serokê Komeleyê Cemîl Hewramî diyar kir ku bi tundî êrîşên çeteyên Colanî li ser gelê wan ê Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin.
Cemîl Hewramî her wiha bêdengiya civaka navneteweyî ya beramberî êrişan şermezar kir û banga helwestek ciddî kir.

***

Nûçeya Eleqedar:
20'ê mehê çi qewimîbû, yên derketine pêş...


 

Parve Bike

Youtube Me

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 07 2026

Dozger dixwaze ji ber pirtûka bi kurdî ceza bide weşanxaneyê

news
  • 13 07 2026

Serokê Saadetê çû serdana Demîrtaşî

news
  • 12 07 2026

Kraliyeta Brîtanyayê zora Kraliyeta Norwecê bir!

news
  • 11 07 2026

Helbestvan Ahmet Telli mir

news
  • 10 07 2026

Ji bo navê Kobanî çalakî li dar xistin

news
  • 10 07 2026

Kursa etnomuzîkolojiyê ya bi kurdî li benda serîlêdanê ye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Li bajarên kurdan hejmara salonên sînemayê

ad

'Mûsayê bê gopal' û 'Bîra Mi Têtin'

ad

Projeya Xweseriya Demokratîk li Meclisê ye

ad

UNESCO'yê li Amedê li cihên dîrokî dest bi lêkolînê kir

ad

Li Cannesê xelat hatin belavkirin

ad

Şerê Rusya-Ûkrayna: UEFA maça şampiyonî Rusya ra girote

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin

  • 19 07 2026
news

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

  • 19 07 2026
news

Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

  • 19 07 2026
news

Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin

  • 19 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname