Amed
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun û Berpirsa Yekîtiya Piştevaniya Navneteweyî ya Yekîtiya Şaredariyên Herêma Barcelonayê Maria Perez hatin ba hev û li ser têkiliyên her du bajaran axivî.
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun di hevdîtina ligel Maria Perez, Berpirsa Yekîtiya Piştevaniya Navneteweyî ya Yekîtiya Şaredariyên Herêma Barcelonayê de li ser polîtîkayên veguhastinê yên bajaran, xebatên binesaziya teknîkî û projeyên veguherîna li binecî nêrîn dan û stendin.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun ku beşdarî 6'emîn Lûtkeya Çandê ya Rêxistina Cîhanî ya Bajar û Rêveberiyên Herêmî yên Yekbûyî (UCLG) bû. Civîn li Barselonayê hat li dar xistin. Hevşaredar Hatun jî bi vê armancê li wê derê bû.
Hevşaredar Dogan Hatun, bi Hevşaredara Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol, Hevşaredarê Şaredariya Rezanê Siraç Çelik û Seroka Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Mezin Zeynep Yaş ligel Maria Perez hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtinê de, li ser polîtîkayên veguhastinê yên bajaran, xebatên binesaziya teknîkî û projeyên veguherîna binecî nêrîn dan û stendin.