Diyarname
Mebûsê BDP'ê Altan Tan li ser 'Dersa hilbijartî' ya kurdî got: "Ne diyar e dê ders çawa bê dayîn. Ev tam fiyasko ye."
Mebûsê BDP'ê yê Amedê Altan Tan li ser dersa hilbijartî li Meclisê daxuyanî da çapemeniyê. Tan got ku hikumetê li ser dersên hilbijartî ku di dibistanan de dane dest pê kirin gel xapanddiye û wisa got: "Li ser dersên Quranê Kerîm, Jiyana Hz. Mihemed û dersa kurdî tam fiyaskoyek li holê heye. Nediyar e ev ders dê çawa bêne dayîn. Yên ku dersê Siyer dixwazin dersa Quranê Kerîm pêşniyar dikin, yên ku kurdî dixwazin tiştek din pêşniyarê wan dikin; eynî wekî îşportakarên Mahmutpaşayê tevdigerin. Gel xapandine. Divê Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî cih de îstîfa bike."
***
Nûçeyên eleqedar:
- Tugluk: Dersa hilbijêrî ji bo tirkan bidin
- Kurdî nebû 'Dersa hilbijêr' jî!
*****
Ji nav nûçeyan hilbijêrek: