Diyarname
Di serî de Milliyet, Haberturk, Hurriyet, çapemeniya tirk gelek gotinên ku wekî Mesûd Barzanî gotine îro weşandin. Li ser van gotinan BDP'ê daxuyaniyeke weşand.
Di serî de Milliyet, Haberturk, Hurriyet, çapemeniya tirk der barê hevdîtina BDP û Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî de nivîsî ku Barzanî ji Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş re wisa gotiye: "Ez hêrs bûm", "Ji ber daxuyaniya we ez xemgîn bûm", "Hûn daxuyaniyên ne di cih de didin", "Bawerî bi kirinên AKP'ê bînin"...
Lê li ser van nûçeyan BDP'ê li ser navê Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ev nûçe hemû derew in.
Di daxuyaniyê de wisa hate gotin: "Ev gotinên ku di nûçeyan de hatine weşandin hemû bê bingeh in. Tu gotinek wekî van gotinên di nûçeyan de hatine weşandin di navbera Barzanî û Demirtaş de nehatine axaftin."