logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Tugluk: Dersa hilbijêrî ji bo tirkan bidin

Di Civîna Giştî ya KCD'ê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk gotina "Lazime hemû mafên kurdan werin mîsogerkirin. Mafê perwe

  • Dîrok: 15/09/2012
  • Beş: Nûçe

Amed
Di Civîna Giştî ya KCD'ê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk gotina "Lazime hemû mafên kurdan werin mîsogerkirin. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî ji bo kurdan mafekî jêveneger e. Gelê kurd mafê perwerdehiya kurdî û parastina bi kurdî dixwaze. Dersa hilbijartî bila ji bo tirkan bidin dayîn. Ji bo kurdan ev nabe”, Hevserokê din Ahmet Turk jî wisa got: "Me salên, 80,90 û 95’an dît. Wê demê we nekarî rê li ber vê têkoşînê bigirin. Hûn niha jî nikarin. Ger îro em baş bi nirxînin sed sala 21’ê ji bo kurdan wê gelek tiştan û serkeftinan bîne.”

6’emîn Civîna Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk li salona Vedat Aydin a li avahiya Rêxistina BDP’a Amedê bi tevlibûna Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, nûnerên Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK) Şerva Mihemed, Pervîn Hesen, Nûnera Tevgera Jinan a Başûrê Kurdistanê ROJAK Berîvan Mihemed, Nûnerê Tevgera Hemwelatiyên Azad ya Başûrê Kurdistanê Serdar Star, parlamenterên û şaredarên BDP'ê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, siyasetmedarên kurd ên ji parçeyên Kurdistanê, mele, Seyda û gelek oldaran dest pê kir. Li dor 800 kes û delege beşdarî civînê bûn.
Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk piştî rêzgirtinê axaftina destpêkê kir.

‘POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê TÊK ÇÛN’

Tugluk, di destpêkê de destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de yekîtiya kurdan gelek girîng e û lazime kurd bi projeyekê yekîtiyê bersiv bidin vê pêvajoyê. Tugluk, got ku ev 100 salin kurd bê statu hatine hiştin û di sedsala 21’emîn de êdî kurd vê rewşê qebûl nakin. Tugluk wiha dom kir: “Gelek zelal e ku tu projeyên çareseriya pirsgirêka kurd yên AKP tune ne. Ew hê bi çend gavên xapînok dixwazin înkarkirina kurdan bidomînin. Lazim e hemû mafên kurdan werin mîsogerkirin. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî ji bo kurdan mafekî jêveneger e. Gelê kurd mafê perwerdehiya kurdî û parastina bi kurdî dixwaze. Dersa hilbijartî bila ji bo tirkan bidin dayîn. Ji bo kurdan ev nabe.” Tugluk da zanîn ku polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî kurdan têk çûne û wiha got: “Polîtîkayên AKP’ê li Îmraliyê, li Newrozê û li Şemzînanê têk çûn.”

Tugluk bal kişand ser operasyonên KCK’ê jî û got, “Wan digot ji xwe bi girtina siyasetmedaran wê tevgera siyasî ya kurdan têk biçe. Lê wan nekarî tevgera kurdan têk bibin.”

‘13 SAL E LI ÎMRALIYÊ ÎŞKENCE TÊ KIRIN’

Tugluk di berdewamê de li ser girankirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ev zêdetirê 400 roj in bi parêzer û xizmên xwe re nayê cem hev û got ku AKP bi vî şiklî dixwaze çaresernebûna pirsgirêka kurd kûr bike. Tugluk der barê mijarê de ev tişt got: “Ev 13 sal in li Îmraliyê pergala îşkenceyê tê jiyandin. Ocalan ne girtiyek ji rêzê ye. 3,5 mîlyon kurdan ew wekî îradeya xwe ya siyasî eşkera kiriye. Lazim e di zûtirîn demê de tecrîd were rakirin û rê li ber aştiyê bê vekirin. Dîsa lazim e protokolên di pêvajoya Osloyê de hatine nivîsîn bêne qebûlkirin û rêyên diyalogê cardin bên vekirin.”

Tugluk, her wiha silav li Şoreşa Rojava jî kir û silavên xew ji bo PYD û tevgera siyasî ya kurd şand.

‘HÛN BÊ MINET IN’

Tugluk, li ser mijara rakirina destnedayîna parlamenterên BDP’ê jî sekinî û wiha axivî: “Em amede ne ku bedel pêwîst be di vê rêyê de emê bidin. Lê gelo ey desthilatdar hûn ji bo wê amade ne. Hûn bê minet in ku em sindoqê deynin ber gel ka kî wê ji sindoqê derkeve. Ji xwe heta niha rêyên siyaseta demokratîk ji kurdan re girtîbûn. Em her tim têkoşîna vê didin.

‘BIHARA WAN VEGERIYA ZIVISTANÊ’

Piştî Tugluk, Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk jî axafî. Turk wisa got: “Li Rojhilata Navîn dibêjin ‘Bihara Ereban’ diqewime. Lê dema mirov li pêvajoya Sûriye û Lîbyayê dike, xuya dibe ku ‘Bihar’ vegeriyaye ‘Zivistanê’. Lê ev rewş ji bo kurdan derbasdar nîn e. Gelê kurd li Rojhilata Navîn bê navber têkoşîna xwe didomîne. Îro roj, roja yekîtiya kurdan e. Ez bang li hemû kesî dikim ku vê yekîtiyê ava bikin. Tirsa Erdogan jî ji vê yekîtiyê ye. Piştî Rojava wê dor were Rojhilat. Hemû tirs ji ber vê ye. Têkoşîna kurdan ji bo gelên Rojhilata Navîn jî gelek girîng e. Jixwe Birêz Ocalan Konfederalîzma Demokratîk ya Rojhilata Navîn ji bo vê pêşniyar kir. Ji ber wê jî azadiya Birêz Ocalan ji bo gelan gelek girîng e. Tu kes wekî wî rê nade siyaseta Rojhilata Navîn.”

‘TU HÊZ NÎKARIN TÊKOŞÎNA ME ASTENG BIKe’

Turk, di berdawemê de got ku tu kes û tu hêz nikare rê li li ber têkoşîna azadiya kurdan bigire û wiha got: “Me salên, 80,90 û 95’an dît. Wê demê we nekarî rê li ber vê têkoşînê bigirin. Hûn niha jî nikarin. Ger îro em baş bi nirxînin sed sala 21’ê ji bo kurdan wê gelek tiştan û serkeftinan bîne.”

Piştî axaftina Turk, Nûnerê PÇDK’ê Şerva Mihemed û yê Tevgera Hemwelatiyên Azad ya Başûrê Kurdistanê Zana Kaya plaketek dan Turk û Tugluk. Piştî plaketdayînê Nûnera PÇDK’ê peyama PÇDK’ê xwend.

Her wiha di kongreyê de peyama Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Hatîip Dîcleyê ku di çarçoveya operasyonên bi navê KCK’ê de hatiye girtin jî hat xwendin.

Kongre du rojan didome

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo sazkirina hikumetê sosyalîstan û katalanan li hev kir

ad

Hikmên çîrokine li ber siya helbestê

ad

Muskî wisa tiştek kir dê rê li serdemeke nû veke

ad

Jinên Hollanda û Danîmarka ji komê derketin

ad

Heyeta BDP'ê çû Hewlêrê

ad

Verî hewtinan ez şeş serî biya

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname