Amed
Ji bo li ser axivîn û îmzekirina pirtûkan "Çîrokên jinên di zindanê de" li ÇandAmedê çalakiyek hat lidar xistin. Çalakiya moderatoriya wê Roza Metîna kir, Hevseroka PEN'a Kurd Rojbîn Perîşan, mebusa DEM Partî Salîha Aydenîz û siyasetmedar Gulser Yildirim û nivîskar Mizgîn Ronak beşdar bûn.
Roza Metîna ku di heman demê de berhevkara pirtûkê ye derbarê pirtûkê de agahî dan û dûre mafê axaftinê da axifgeran.
Pêşî Gulser Yildirim qala pêvajoya amadekirina pirtûkê kiriye ku li zindanê çiqas zehmetî kişandine lê diyar kir ku ligel her tiştî wan kariye pirtûkê amade bikin. Yildirim got, "Li nav çar dîwaran jî xebat xwe ya nivîsandinê didomînin. Gere me xwedî li wan û xwedî li pirtûkên wan derên."
Mebûsa DEM Partî Salîha Aydenîz di axaftina xwe de got, "Her yek çîrokek wêneyek zindanê ye û ji ber wê jî ji bo keda derve pir girîng e" û ev yek lê zêde kir, "Girtîgeh neynika civat û dewletê ye. Ji ber wê her berhemek civatekî dide nasîn. Îro jî di vê pirtûkê de em rewşa vî welatî û civatê dibînin.”
Nivîskar Mizgin Ronak ku ew jî 30 salan girtî mabû got ku îro bi gavek biçûk be jî ew û girtî gihîştine mirazê xwe û got, "Roj were emê bi hev re van pirtûkan bixwînin û îmza bikin.”
Di dawiyê de Hevseroka PEN'a Kurd û nivîskar Rojbîn Perîşan axaftina dawî kir. Perîşan navê nivîskar û helbestvanên ku hê jî girtîne anî ziman û got, "Pêwîste em xwedî li wan derkevin û wan tenê nehêlin. Ev hevok û çîrok bîra gelê kurd in. Ya girîng jî ew e em zindî bikin.”
Piştî axaftinan beşdaran pirtûk îmze kirin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- 'Çîrokên Jinên di Zindanan de' derket


