Duhok
Li gorî nûçeya kanala televîzyona TF1 a Fransayê, Midûrê Berhemên Antîk ên Duhokê û berpirsyarê kolandinê Bêkes Brîfkanî aniye ziman ku sala 2023’yan tenê çar an jî pênc gor hatin keşifkirin, lê belê bi karên îsal re ev hejmar gihîştiye 40 gorên antîk.
Hate ragihandin ku ligel goran her wiha tasikên seramîk ên berî 2 hezar salan jî hatine dîtin.
Berhemên ku têne dîtin, ji bo lêkolînkirinê dişînin Muzeya Dihokê. Li gorî pisporan ev gorên antîk ji dema Helenîstîk an jî Seleukos in, dîroka wan digihîje 2.300 sal berê.


