Diyarname
Li Spanyayê di 4 salan de 3 caran hilbijartin li dar ket. Carek din PSOE (Partiya Karkerên Sosyalîst) ku jixwe dest hikumet di destê wê de bû bi ser ket. PSOE wekî yekemîn ji hilbijartinê derket lê piraniya kursiyên li meclis bi dest nexist. Serokê PSOE'yê Pedro Sanchez piştî hilbijartinê axivî û derî li koalÎsyonê vekir.
Li gor sedî 97'ê sindoqên hatin vekirin PSOE ji 350 kursiyên li meclisê 112 kursî bi dest xistin. PSOE di sala 2016'an de 85 kursî bi dest xistibûn. Çepgirên radîkal Unidas Podemos jî 42 kursî bi dest xistin.
Mebûsên PSOE ji bo hikumetê têr nedikir lê bi piştgiriyê li ser hikum bû. Niha ji bo dîsa hikumetê saz bike dê koalîsyonê ava bike. Serokê PSOE'yê Sanchez jî bal kişand ser vê û derî vekir
Encamên sindoqê bi vî rengî çêbû:
- PSOE: 123 kurdî
- Partiya Gel (partiyek rastgir): 66 kurdî
- Partiya Hemwelatiyan (lîberalên rastgir): 57 kursî
- Unidas Podemos (çepgirên radîkal): 42 kurdî
- Vox (çepgirên zêdetir radîkal) 24 kursî
- Çepgirên Komara Katalonya (ERC): 15 kurdî
- Yekîtiya ji bo Katalonyayê (Junts): 7 kurdî
- Partiya Neteweperestê ya Baskê (PNV): 6 kurdî
Partiyên rêveberiyên xweser ên welat ên din jî ev kursî girtin:
- EH Bildu 4 kursî, Navarra (NA+) 2 kursî, Koalîsyona Zerîle (CC) 2 kursî, Compromis kursiyek, Partiya Herêmparêz Kantabria (PRC) kursiye.
Senato
Li Spanyayê ji bilî meclisê Senato jî heye û di senatoyê de 208 kursî hene.
Li gor encama sedî 95'ê sindoqan di senatoyê de jî wisa çêbû:
PSOE 122, PP 55, ERC 10, PNV 9, C's 3, NA+ 3, Junts 2, EH Bildu 1, CC 1, Koma Çepmir Gomera (ASG) 1, Koalîsyona ji bo Melilla (CpM) 1.