Diyarname
RSF'ê li hemberî qedexeya YouTube ku li Tirkiyeyê ev mehekê de qedexeye nerazîbûn nîşan da.
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) da zanîn ku sê dadgehan qedexe daye ser YouTube, ji 5'ê gulanê ve YouTube li Tirkiyeyê qedexe ye û ev yek wekî 'kirinek ku nayê qebûlkirin' bi nav kir.
RSF ku navenda wê li Parîsê ye bi daxuyaniyeke nivîskî ev sansur şermezar kir û da zanîn ku ev sansur li hemberî azadiya fikir û ragihandin îhlaleke cidî ye.


