Þaþiyên ziman ên TRT 6'ê
Edîb POLAT
Gelek nivîs der heqê TRT 6’ê de derketin. Ez dê hesabên siyasî yên ku ji bo destpêkirina weþana kurdî hatine kirin (mesela hilbijartin!) nesekinim. Ez dê bi hin peyvan an li gor niyetê jî vê qenalê rexne nekim, lê ez dixwazim ji aliyê þaþîtî û xeletiyên teknîkî ve kêmasiyên wê bînim ziman.
TRT Þeþ, Cahþ, Þaþ, Fahþ… hûn çi dibêjin bêjin, lê rexneyên teknîkî, bidîtina min dê bêtir bandor li ser civakê û programçêkerên vê qenalê bikin. Ez naxwazim qala dizîna hin navên programan ku ji Roj Tv hatine girtin, yên wekî Rojev, Þevbêrk û Bûka Baranê bikim û her wiha muzîkên jenerîk (ya Ay Dil-Þakiro û Rojda) jî bikim, ev jixwe hene, armanca min ji aliyê ziman de çi çewtî hene, ez wan bêjim.
Di serî de mirov dikare bêje ku, piraniya program an rêzefîlman (bi taybetî yên xwemalî) ji ber ku ji qenalên TRT yên din hatine girtin, bi hiþmendiya tirkî hatine çêkirin û wergera wan ne li gor ramana kurdî ye. Ev jî di bêjeyên nêr û mê de û di hin gotinan de balê dikþîne. Mînak di nûçeyên 18’ê rêbendanê de ji bo erzankirina xazê li ekranê wiha dinivîse: “Daxistin Tê”! Bi maneya ku di tirkî de dibêjin “Ýndirim Geliyor!” Dê buhayê çi were daxistin, ev yek ewil nayê fêmkirin. Dîsa ji bo agirbesta Hamas û Îsraîl sipîker dibêje “…gihîþte rastiyê” ango bi tirkî “gerçekleþti.”
- Di mêjûya 5.01.2009’an saet di 9 û 30’an de programek hebû, bi navê “Jiyanê Civakê!” Rastiya wê divê “Jiyana Civakê” bûna.
Her wiha programek der heqê aboriyê de heye, navê wê “Bazarê Þerqê” ye. Heta hefteya bihurî jî navê programê wiha bû, tê zanîn hin xêrxwazan ji wan re got, wan jî ew guheatin kirin: “Bazara Þerqê.”
- Di rêzefîlmê “Kalê Min Gofret û Ez” de (navê rêzefîlm bi “Tirkî Babam, Gofret ve Ben” e) û di gelek fîlman de, navên senarîst, rejîsor, lîstikvan û muzîsyenan di dawiya fîlm de bi tîrkî hatiye nivîsîn. Eþkere ye ku dema ji tirkî girtine, dest nedane navên van erkan, hema wisa hiþtine.
- Her wiha navê belgeselek heye, jê re gotine “Yek Mekan û Hezar û Yek Kevir”. Divê rastiya vî navî wiha ba: “Mekanek û Hezar û Kevirek”. Ne hewce ye ku mirov hejmara yek bîne pêþiya peyvekê.
- Rêzefîlmê bi navê “Herî Dawî Bav Dibihîze”, di qenalên tirkî de wekî “En Son Babalar Duyar” tê nasîn. Rastiya wî navî divê “Herî Dawî Bav Dibihîzin” be. Kesê ku di van rêzefîlman de dengê zarok derdixîne, heman kes e û ji “kalo” re dibêje. “Qalo”!
Tu li vê ecêba giran ku navê rêzefîlmekî jî du caran guhertin. Ewil navê fîlm “Þeytan Di Naverokê de Veþartiye” bû. Piþtre ew guhertin, kirin “Þeytan Di Hûrgiliyê de Veþartiye!” Navê fîlm bi tirkî “Þeytan Ayrinti da gizlidir” e. Hefteya bihurî navê fîlm dîsa kirin “Þeytan Di Naverokê de Veþartiye!” Lê di axaftina lehengekî de tê gotin ku “Þeytan di hûrgiliyê de veþartiye.”
Weþan berî niha dema ku test bû, 12 saet diajot, di vekirin û girtinê de “Îstîklal Marþý” dihat gotin. Niha 24 saet e, lê dîsa serê sibehê saet di 06.00’an de ala tirk rê dide û ev merþ tê gotin. Qenala ku weþana wê seraqet be, çima bi vî awayî merþ tê de werin gotin?
Roja yekþemê, êvarê (18. 01. 2009) Îbrahim Tatlises derxistin û camêr bi saetan kilamên xwe bi tirkî got. Belê, tenê bi tirkî got. Qenalek ku weþana xwe xwerû bi kurdî bike, heke di karê xwe de ji dil be, divê li gor kesên ku hîç bi tirkî nizanin programan pêk bîne. Gava bi zimanek din weþanê bike, divê kurdiya wan peyvan wekî dublaj an nivîs cih bigire.
Wekî rexneya dawî, min hê fam nekiriye, çima peyva “Nûçe”, kirine “Xeber!” Xeber ji “haber”a tirkî tê, lê di kurdî de li hin herêman wekî sixêf, çêr an heqaret jî tê fêmkirin.