• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Berhem

Ji Lîsê du romanên nû

Dîrok : 27 01 2010 | Beþ :

Berhem

Diyarname
Weþanên Lîsê du romanên nû pêþkêþî xwendevanên xwe dike: Romana Bavê Nazê "Dara Pelweþiyayî" û ya Yunus Eroglu "Otobês".

"Dara Pelweþiyayî"

Bavê Nazê di warê romana wêjeya kurdî ya nûjen de, yek ji xwesertirîn navan e. Bavê Nazê, bi zimanê û þêweyê vegotinê yê xweserî xwe ve, bi desttêdanên xwe yên rasteqîn ê sosyalîst û rexnegiranetiya xwe ya tund, ku ji kevnesovyetan pê re maye, îþaretê bi þemitînên di nava civaka kurd de, wekî þêwejiyanên ku di nava sermaye, soreþ, evîn û bêbextiyê de dudilî mane, dike.
Ew di "Dara Pelweþiyayî"yê de, firêqetiya xwe ya zimanî bi riya Þêrzadê pêlewanê romanê didomîne, lêbelê di heman demê de xwendevan bi dilekî sotî “dastaneke aciziyê” dixwînin. Roman bi serêþî “polîtîka” ye û xwendevan dibînin, ku Þêrzad li devereke ku dibêjin hatiye rizgarkirin, li gel evîna xwe ya ku li pey xwe dikiþkiþîne, ji sêrî de, careke din bi col û zincîran tê girêdan. 

Romana Bavê Nazê "Miriyê Heram" par û çîrokên wî bi navê "Govenda Ber Mirinê" di sala 2007'an de ji Weþanên Lîsê derketibûn.

Bavê nazê kî ye?
Dilxwaz û dildarê ziman û edebiyata Kurdî Bavê Nazê, di sala 1946’an de ji dayik bûye. Derbarê gramera kurdî de gelek xebatên hêja kiriye. Di sala 1981’ê de doktora di warê edebê de ji Zankoya Moskovayê wergirtiye. Çend pirtûkên wî yên li ser dîroka kurdan ji zimanê rûsî wergeriyayî zimanê erebî jî hene. Di Zankoya Duhokê de mamostatiyê dike.  
Berhemên wî:
- Çiyayên Bi Xwînê Avdayî (Roman), Wesanên Komela Jinên Kurdis-tanê Li Swêdê, 1978
- Hêsîr û Baran (Kurteçîrok), Jîna Nû, 1985
- Stockholmê Te Çi Dîtiye Bêje (Roman), Förtattores  Bokmaskin, 1987
- Rêzimana Zimanê Kurdî, 1996
- Dara Pelweþiyayî (Roman), 2002
- Govenda Ber Mirinê (Kurteçîrok), Weþanên Lîs, 2007 
- Miriyê Heram (Roman), Weþanên Lîs, 2009

Dara Pelweþiyayî / Bavê Nazê / Roman / 139 rûpel

 

"Otobês"

Romana Kurdî ya ku bi ceribandinên xwe yên zimanî yên nû di qonaxa guherîn û  veguherînê de ye sal bi sal berê xwe dide deverên rengîntir û dewlemendtir. Hêdî be jî, ev romana ku ji vê qonaxê de wekî berhem derdikeve, bi xwe re xwendevanên xwe yên nû jî tîne. Di nimandinê de, ev romanên ku encamên hewldanên nifþê 90’î yê Rewþenê û pê de ne, raqetaneke mezin in ji silsileta romanên navên wekî Erebê Þemo, Heciyê Cindî, Eliyê Evdirehman, Eskerê Boyîk, Ehmedê Hepo, Îbrahîm Ehmed, Mehmût Baksî, Mehmed Uzun û ta dawiyê.

Yunus Erogluyê romanûs û wergêrê xort (romana wî ya pêþîn, Nameyek Ji Xwedê Re, Lîs, 2007) bi romana xwe ya diduyan, Otobêsê, roman û zimanê kurdî ber bi devereke bi þewq û þemal ve dajo, xwendevanê xwe yê jîr vedixwîne ceng û cîdala dengekî ku bi ser gelek dengan dabeþ dibe.

Otobês romanek e, ku albumeke ji gelek kesan pêkhatî ye. Her paldankek bi dengê xwe yê navxweyî qala xwe dike. Dengên ku di paldankên otobêsekê de rûniþtine û heftokan ji dawa xwe de dirijînin.

Yunus Eroglu bi vê romana xwe ya bi navê Otobês jî zorê dide tixûbên zimanê kurdî, bi zimanekî wiha bi silsileta xwe berdewam dibe.
       
Yunus Eroglu kî ye?
Romannûs  û wergêr Yunus Eroglu di sala 1984’an de, li Dêrîþa bi ser Stewra Mêrdînê ve ji dayik bûye. Dibistana seretayî li Bismilê, ya navînî li Erxeniyê xwendiye. Di sala 2006’an de, Zankoya Teknîkî ya Rojhilatê Navîn (ODTU, Enqere) kuta kiriye û ji beþên Zimanê Îngilîzî û Dîroka Felsefeyê mezûniyet wergirtiye. Piþtî sê salên xebatê yên li Cizîrê, li navçeya Amedê, Bismilê bi cî bûye. Romana wî ya pêþîn, Nameyek Ji Xwedê Re, di 2007’an de, ji aliyê Weþanxaneya Lîsê ve hate çapkirin. Wî her wiha berhemin ji zimanên îngilîzî û spanî, ji William Faulkner, Gabriel Garcia Marquez û Juan Rulfo wergerandine kurdî.

Otobês / Yunus Eroglu / Roman / 196 rûpel

***

Berhemên Lîsê yên din ên nû:

- Romaneke nû: ‘Pêþbaziya Çîrokên Neqediyayî’ derket 

- Kawa Nemir soneyên William Shakespeare wergerand

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Pirtûkek çîrokan ‘Etar’ derket

Pirtûkek çîrokan ‘Etar’ derket

05 08 2022

Li ser Þêx Mehmûd Berzencî pirtûkeke nû derket

Li ser Þêx Mehmûd Berzencî pirtûkeke nû...

04 08 2022

Ji danasîna ferhenga kurdî: Ev wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî

Ji danasîna ferhenga kurdî: Ev wê bibe...

27 07 2022

Romaneke nû ‘Þevên Derîhesin’ derket

Romaneke nû ‘Þevên Derîhesin’ derket

21 07 2022

Ev jî hene

Romana dîrokî: Serwerê Med Aþtiyago

Romana dîrokî: Serwerê Med Aþtiyago

11 06 2019

Çapa nû ya “Kakil” derket

Çapa nû ya “Kakil” derket

17 03 2017

Roþna ra di kitabê newey veciyay

Roþna ra di kitabê newey veciyay

26 02 2020

'Marî' derket

'Marî' derket

19 05 2012

‘Ji Gudea heta Sokrates Dîroka Azadiyê’ derket

‘Ji Gudea heta Sokrates Dîroka Azadiyê’ derket

09 05 2021

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Çorê ARDA

HÎÇ, Matematîk û Helbest

Çorê ARDA

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname