Altioklar: 'Ez kurd bama minê serxwebûn bixwesta'
Diyarname
Derhêner Mustafa Altioklar, nivîskar Ahmet Umit, lîstikvan Nur Surer û muzîkar Timer Selçuk bûn mêvanê kanala televîzyonê Haberturkê û gotinên balkêþ kirin.
Her çiqas carinan di nav gotinên hin ji wan de yên ber bi aliyê serdestî, kemalîzmê diçûn jî bi giþtî tiþtên balkêþ gotin.
Vane ji bernameya ku êvara roja 28'ê mehê li dar ket hin gotinên wan ên balkêþ:
- Mustafa Altioklar:
Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê mirov dilpola be. Êdî ber bi paþ ve naçe. Divê hemu mafên serbixwebûna gelê kurd bê dayîn. Ne xweserî jî, tam serxwebûn. Tirk û kurd divê pêþî ji hev veqetin û paþê wekî cîran bigihîjin hev.
(Pêþkêþvana bernameyê Balçiçek Pamir ket navberê û got: "Lê min gelek siyasetmedar di bernameyê xwe de kirin mêvan ew tam serxwebûnê naxwazin." li ser vê Altioklar wisa dom kir: "Rast e, serdromeke Stockholê heye. Her wiha bi carekê de tu bibêjî 'fermo, werin xwe bi rê ve bibin' wê çaxê tirsek li ser tevliheviya ku dê derê heye. Lê divê kurd jî tirk jî vê tirsê bibînin. Ez li ser navê xwe bibêjim, ger ez kurd bama minê tam serxwebûn bixwesta. Minê ji bo tam serxwebûnê þer bikira. Qesta min a ji þer têkoþîna siyasî ye. Ger navê vî welatî Kurdistan ba, ez wekî tirkekî min nikariba bi zimanê xwe xeber bida, nasnameya min bihata qedexekirin, asîmîlasyon li hemberî min bitana kirin, teqet minê serbixwebûn bixwesta. Her wiha dibe ku ez derketama serê çiyê jî...
- Ahmet Umit:
Mustafa li ser bingeheke rast sekinî, rast dibêje.
- Timur Selçuk:
(Wî reaksiyon nîþanî van gotinan da): Ez beþdarî te nabim. Her kes divê bi zimanê xwe biaxive, lê gere em tenê wekî meseleya kurdan li vê meseleyê nenêrin. Li Tirkiyeyê meseleya her kesî heye. Gere em cudatiya kurd û tirkan nekin. Em bibin hemwelatiyên bi ehlaq, dest bi din hev û welat bilind bikin.
- Nur Surer:
Pirsgirêka heyî jiyana mirovan tehdîd dike. Aliyên wê yên însanî hene. Heta aþtî çê bibe ez naxwazim kurê xwe biþînim leþkeriyê.