Enqere
Di dawiyê de hevdîtina Erdogan û Turk pêk hat. Vaye kîteyên ku di hevdîtinê de hatin axaftin:
Li ser pirsgirêka kurd di rojeva çapemenî, meclis û raya giştî de ye. Di rewşeke wisa de Serokwezîr R. Tayyip Erdogan hevdîtineke bi Hevserokên DTP'ê re êk anî. Di hevdîtinê de ligel Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay, Cîgirê Serokê Koma AKP'ê Bekîr Bozdag beşdarî hebûn. Ji aliyê DTP'ê jî Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna, Cîgirê Serokê Koma DTP'ê Selahattîn Demîrtaş amade bû.
Kîteyên ji hevdîtinê:
- Turk: Ez bi destpêka diyalogê kêfxweş û bi hêvî me. Tabloyek me dixwest em bibînin, li hev hatina Tirkiyeyê ye. Me nêrînên xwe yên derbarê mijarê de parvekirin. Em hêvîdarin em pêvajoyek pêşveçûnên girîngtir û demokratîk derketîn holê bibînin. Wezîfe û berpirsyariyên girîng dikevin ser milê me tevan. Bi vê beriprsyariyê em dê hewildanên xwe bidomînin. Bi giştî me diyar kir ku di vê pêvajoyê de bi derketina projeyekê dê erênî nebe. Lazim e di nav demê de ev pêvajo bigihe û hemû beşên civakê bên beşdar kirin. Em hêvîdarin em bi hev re ber bi rojên demokratîk, xweş û aramtir ve biçin.
- Erdogan: Me li Meclisê hevdîtinek gelek girîng pêk anî. Em di nav pêvajoyekê de ne. Civîna me îro têkildarî vê pêvajoyê kirî jî, hêviyên me yên têkildarî pêşerojê zêde dike. Baweriya min ev e. Ji xwe gelê me yekîtî, hevretî û hevgiriyê dixwaze. Di nav yekîtiyê de hizûrê dixwaze. Em hemû di nav vê hêviyê de ne. Tirkiyeyê di bin pêşengiya Wezareta Karên Hundir de pêvajoyek da destpêkirin.
Em xebatê didomînin. Di vê pêvajoyê de bi hevdîtina saetekê jî bi awayek hevreyî me hewldan em ji nêrîn û pêşniyarên hev îstîfadeyê bigirin. Di van pêvajoyan de ez hêvîdarima gavên têkildarî pêşerojên yên girêdayî bawariyê bên avêtin. Bi hevdîtina bi Birêz Serokê Giştî û parlementerên din re ez hêvîdarim ku dê hin bêbawerî ji holê bên rakirin.
Em ji serdemeke nû derbas dibin. Di vê serdemê de divê mirov hay ji ziman û şêwaza xwe hebe. Her kes divê tiştê bikeve ser mil bîne cih. DTP jî divê beşdarî pêvajoyê bibe.