Diyarname
Kovara 'Kurt Tarîhî' ku du mehan carekê derdikeve vê carê berê xwe daye dîroka kurdan a berî Îslamiyetê û serdema destpêka mîladê. Kovarê navê "Di Serdemên Qedîm de Kurdistan" li dosyaya xwe kiriye.
Kovara Kurt Tarîhî ku li Tirkiyeyê bi tirkî weşanê dike hejmara xwe ya 16'an a rêbendan-reşemiya 2015'an derxist. Kovara ku di her hejmarê de balê dikişîne ser aliyeke dîroka kurdan vê carê ber bi 1500, 2 hezar berê ve çûye. Di dosyaya "Di Serdemên Qedîm de Kurdistan" de nivîsên li ser Medan, meşa Deh Hezaran a li Kardukhiayê û yên bi vî rengî hene.
Edîtoriya dosyayê Muhammet Yucel girtiye ser milên xwe û 5 nivîs di vî warî de hatine weşandin. Yucel di heman demê de rewşa welatê Karduene ku di navbera împaratoriyên Roma û Partan de de hatibûn eciqandin nivîsandiye ku ev Karduene ji aliyê erdnîgariyê ve parçeyek ji Kurdistanê nîşan dide.
Nazanin Tamarî di nivîsa xwe de pirsa "Gelo Med Kurd bûn?" dike û îdîa dike ku di vî warî de bersiv gelek zehmet e.
Dîcle Kaya bi sernavê "Derbasbûna Deh Hezaran a ji Kardukhia" li ser "Anabasîs"a Ksenephon nirxandineke hûrbîn dike.
Murat Şen jî bi "Stelên Culemêrgê" beşdarî dosyayê bûye. Her wiha Muhammet Yusel bi ser nexşeyên cur bi cur re diyarkirina Kurdistanê jî girtiye dest.
Ji bilî nivisên dosyayê Sever İşik li ser maceraya E. Schulz a li Îran û Kurdistanê nivîsandiye. E.Schulz di vê gere de tê kuştin lê di dawiyê de bîranînên girîng li dû dimînin ku nivîs vê yekê radixe ber çavan.
Rohat Alakom di romanên Yaşal Kemal de şopên kurd û Kurdistanê şopandiye û bi mînakan ew tehlîl kirine.
her wiha Serhat Bozkurt jî belgeyeke "ji Arşîva Osmanî ya Serokwezîrî" dinirxîne. Li gor vê belgeyê Cemiyeta Hêvî li Erzeromê xebata rêxistinbûnê kirine.
Edîtoriya kovarê ragihandiye ku di hejmara pêşî de dixwazin li ser Dêrsim û elewîtî, dûre jî li ser mîrekiyên kurdan tiştinan amade bikin.
Ji bo têkilî û xwestinê:
www.kurttarihi.org
kurttarihi@yahoo.com
Tel: 0532 173 25 09