Werger
Sîdar Jîr
Ji bo têkiliya di navbera mirovan de têkûztir bibe bi sedsalan e werger hatiye kirin. Di babeta ziman û wêjeyê de jî gelek kes wekî pispor bi wergerê re eleqeder bûne. Wan kesên ku wekî pispor serê xwe bi wergerê re êþandine rê vekirine ku werger bibe dîsîplîneke xweser a wêjeyê. Lewma jî îro li gelek zanîngehan jî “wergêrî” yan jî binbeþa “wergerê” ber bi serxwebûnê ve diçe. Wekî wergêrzaniyê mirov dikare James S. Holmes wekî pêþengê vê zanistê bi nav bike ku di sala 1972’yan de di Kongreya Zimanzanî ya Kiryarî(Pratîkî) ya III’yemîn de xebata bi sernavê “Nav û Xwezaya Wergêrzaniyê (The Name and the Nature of Translation Studies)” hatiye pêþkêþkirin û paþê jî bi navê “Wergerandiye (Translated)” wekî pirtûk hatiye çapkirin. Ev bi awayekî giþtî ye ji bo wergerê û wergêrzaniyê. Lê dema ku em vedigerin rola wergerê ya di çêbûna wêjeyeke modern de, beriya her tiþtî divê em ji bîr nekin ku amûrê sereke yê wêjeyê ziman e. Heger em hay ji vê yekê hebin, karê me yê rista wergerê ya ji bo wêjeyeke modern hêsantir dibe. Wê demê em ê bi hêsanî bibêjin ku werger sitûneke xurt a pêþdebirin û pêþdeçûna ziman û wêjeyê ye. Ji ber çi, ji ber ku di wergerê de, wergêr ji zimanekî biyanî, ji hiþekî biyanî, ji çandeke biyanî li zimanê xwe metnan werdigerîne. Tiþtên heyî, yanî yên di çanda wî/ê de jixwe heye, ya girîng ew e ku yên di çanda wergêr, belkî di zimanê wergêr de kêm be dikeve nava ziman û çanda wergêr… Em dizanin ku ziman û çand bi hev ve rasterast têkildar in. Çand ziman xwedî dike yan jî berovajiya wê. Têgihên têkildarî wê çandê her çiqas di zimanê me de hebin jî, wekî ûzûvekî mirov ê ku zede nayê bikar anîn û li ber korbûnê ye… Di vir de zimanê wergêr û xebata wergêr gelekî girîng e.
Îcar ji bo kurdî nemaze ji bo kurmanciya Bakur ku di gelek waran de xam e, wergêr û gelek faktorên din dikare tesîreke erênî li wêjeya me ya îroyîn bike. Her çiqas zimanê kurdî bi kok û bingeha xwe zimanekî di binemala xwe de qedîm, kevin û xurt be jî, zimanekî di warê nivîsînê de ji ber bi sedan sedemên bi sedan salan, di warê zimanekî nivîskî û wêjeyeke modern de ne bi qasî koka xwe zexm e. Yanî li darekê bifikirin, kok û reh gelekî zexm û xurt e, lê þax û çeqilên wê darê li gorî awayê xwe yê xwezayî nabiþkuve û pelên þîn û teze negire.
Werger ji bo wêjeya kurdî ya îro piþtgiriya avdana wê darê ye, tav û oksîjena wê seqayê ye… Ev xisûsiyetên bi giþtî ne.
Lê ku em hinekî din spesifiktir bikin, werger xurtkirina ziman e di ser tekstên ku têne wergerandin re. Her tekstek, ev roman, çîrok, helbest an jî çeþnên din ên wêjeyê, çi dibin ferq nake, bi awayekî dîsîplînî û bi awayekî çandî dibe hêzek ji bo nivîskar û xwendevanan jî… Yanî bi riya wergera roman, çîrok helbest û hwd çanda mirov çandeke cudatir nas dike, di nava xwe de dihewîne û kirasê xwe lê dike û bi wan wergeran çanda me, hay ji ya cîhanê çêdibe. Di meseleya wergerê de jî, li gorî min hin taybetiyên ku divê ji bilî metodolojiyê li ber çêv werin girtin hene û gelekî girîng in. Ew jî wergera çeþnan û hilbijartina wan metnan e.
24.02.2014, Azadiya Welat