Amed
Li Farqînê 1’emîn Festîvala Huner û Çanda Jinê 22'yê mehê tê lidarxistin.
Festîval 22'yê mehê dê li ber vahiya MEYA'yê dest pê bike. Di festîvalê de gotûbêj, panel, reqs, pêşangeha wêneyan, nîşandayîna fîlman û lidarxistina konseran hene.
Di destpêka festîvalê de li Qada Azîzogluyê dê konserek bê pêşkêş kirin, dê zarokên ku cilên kurdewarî li xwe kirine bi erbaneyan li navenda Farqînê CDyên Şenay Guçer (Delîla Meyaser) belav bikin.
Foto ji DÎHA'yê hatiye girtin