Enqere
Egîtîm Sen, 3'yemîn Sempozyuma Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî di çarçoveya 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de li dar dixe. Sempozyumê vê sibê dest pê kir.
Sempozyûmê li salona konferansê ya Yekîtiya Baroyên Tirkieyê (TBB) ya li navçeya Çankayaya Enqereyê dest pê kir.
Ji Libnan, Kafkasya, Afrîkaya Başûr, Îrlanda, Skoçya, Spanya (Bask-Katalonya), Holanda, Almanya û Rojava (bi zoomê) gelek kesayet û zimanzan tev li sempozyûmê dibin.
Her wiha parlamenter û rayedarên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîl, gelek zimanzan û akademîsyen, rêveberên şaxên Egîtîm Senê yên bakurê Kurdistanê û gelek şaxên din di sempozyûmê de amade ne.
Wê di sempozyûmê de Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak, Serokê Giştî ya Perwerdehiya Enternasyonal Mugwena Maluleke û Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Koçak dê biaxivin.
Sempozyom dê bi rûniştinan pêk were. Di rûniştina yekem de axêver dê li ser rewşa polîtîkayên ziman li Tirkiye û cîhanê bisekinin.
i rûniştina duyemîn de de jî li ser Modelên Pir Zimanî yên Dinyayê axaftin bên kirin.
Rûniştina sêyemîn jî dê li ser mijara nîqaşa Modela Pirzimanî ji bo Tirkiyeyê gotûbêj bên kirin.
Piştî bi dawîbûnê dê encamname bê eşkere kirin.


