Ji bo guhdarîkirinê:
___Ûrfan Kenî___
Ez li gund im. Gundê xwe. Rindalya. Gundekî girêdayî Gimgimê ye. Ez û xwişka xwe di eydiyê de ji bo ziyareta gorên dê û bav û xizmên xwe em hatine welat. Xwişka min ji Londonê ez jî ji Stenbolê têm. Ez mêvanê muxtar im.
Şev e. Hewa sar e. Sobe pêketiye. Li derve ewte ewta kûçikan e. Dengê wan ev çîroka ku van rojan ji bo min gotin anî bîra min. Min pir ji çîrokê hezkiribû. Ez ê ji we re jî vê çîrokê bêjim.
Xortekî ji gundê me, wekî gelek xortên welat diçe Ewropayê. Bi qaçaxî. Dawiya dawî xwe digihîne Fransayê. Ji bo penaberiya siyasî serî lê dide.
Dema li gund bû şivanî dikir. Diçû ber pez. Kûçikekî wî jî hebû. Navê kûçikê wî Dûman bû. Kûçikê wî hertim bi wî re bû. Pir ji hev hezdikirin.
Rojekî kûçikê wî û çend kûçikên din şer dikin û kûçikê wî tê kuştin. Ew jî fotografên kûçikê xwe dikişîne û ew fotograf her di telefona wî de dimîne. Di telefona wî de gelek fotografên din ên ku li serê çiya di nav pezan de, bi pez û kûçikê xwe re kişandî jî hebûne.
Piştî serîlêdana siyasî, dema roja îfadê wî tê pir bi heyecan e. Lewra dizane ku her tişt girêdayî îfadeyê ye. Ji bo îfadeyê di serê xwe de çîrokeke çêdike. Dema îfadê wî digrin, dibêje ku birayê wî yê mezin demekî di hepsê de bû ji bo sûcê sîyasî û gelek caran leşkerên tirk dihatin gund û zor û teda didan wan. Carekî jî, dema ew li ber pez bûye, esker rastê wî tê û dîsa wî rehetsiz dikin û dûre jî li kûçikê wî dixin û dawiya dawî de jî kûçikê wî dikujin.
Û ew, fotografên ku di telefona wî de hebûne nîşanî wan dide. Dema fotografan nîşanî wan dide kelogirî dibe û digirî.
Memûrên ku îfadê wî digrin jê re destmalê tînin û di alîkî de wî aram dikin, di aliyê din de jî li fotografên wî dinêrin. Wekî tê xuya ku gunê wan pir bi xortê me tê û baweriya xwe jî bi çîroka wî tînin. Xortê me di nav sê mehan de rûniştina xwe digre û di nav demekî kurt de jî paseporta wî tê.
Li derve ewt û ewta kûçikan hîn berdewam e.
**
Nivîsên Ûrfan Kenî yên ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin: