Nota nû: 7 rojnamegerên ku roja 25'ê adarê hatibûn girtin îro hatin berdan. Piştî girtina rojnamegeran parêzeran îtîraz kir. Li ser vê îro rojnameger Zeynep Kuray, Hayri Tunç, Gokhan Kam, Ali Onur Tosun, Bulent Kiliç, Yasin Akgul û Kurtuluş Ari hatin berdan (EV NOT roja 27'ê mehê li nûçeyê hatiye zêdekirin)
Diyarname
Gelek kesên ku ji bo girtina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û şaredarên din di çalakiyan de bûn hatin girtin. 7 rojanemgerên ku bûyer dişopandin jî duh hatibûn binçavkirin û îro hatin girtin.
Rojnameger Zeynep Kuray, Hayri Tunç, Gokhan Kam, Ali Onur Tosun, fotografkêş Bulent Kiliç, nûçegîhanê AFP'ê Yasin Akgul, fotografkêş ê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Kuruluş Ari îro hatin girtin.
Dadgeha Sulh Cezayê bi îdîaya "Muxalefeta li zagona civîn û meşê" ew girtin.
Li aliyê din 64 kesên di çalakiyên protestoyî de bûn hatin girtin.