21`ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî ye. Di vê rojê de kurd li her derê li qadan bûn.
Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ji sala 200'î ve 21'ê Reşemiyê wekî Roja Zimanê Zikmakî pîroz dike. Di vê rojê de agahiyên li ser zimanên ku winda dibin,yên ku divê bêne parastin daxuyaniyan dide. Kurd jî vê rojê pîroz dikin.
TZPKurdî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Kurdî-Derê di vê rojê de ji bo kurdî bibe zimanê fermî di nava çalakiyan de bû. Vaye çalakî û daxuyaniyên li ser vê rojê û daxwaza fermîbûna zimanê kurdî:
STENBOL:
Endamên TZPKurdî û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li Şaxa ÎHD`ya Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Rêveberên ÎHD'ê jî bi armanca piştgiriyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê ÎHD'ê Engîn Dogru diyar kir ku pirsgirêka zimanê zikmakî ji pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ye û wiha axivî: "Ligel îdiayên demokratîkbûnê jî di encama îdeolojiya fermî de zordariyên li ser kurdî didomin. Pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê berdewam dike. Li aliyekê TRT 6'ê ve dikin û li aliyê din kurdî li girtîgehan heta meclisê qedexe ye û wekî 'zimanek nayê zanîn' tê bi nav kirin. Li hemberî kurdî cotstandardî berdewam dike."
ŞIRNEX:
Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZPKurdî) ji bo vê rojê daxuyaniyek da çapemeniyê. Şaredarê Şirnex Ahmet Ertak, Serokê DTP'ya Şirnexê Halil Îrmez û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.
Endamê TZPKurdî Hurşît Kulter daxuyanî xwend. Kulter bal kişand ser girîngiya Roja Zimanê Zikmakî û wiha got: "Roja zimanê zikmakî li hemû cîhanê tê pîrozkirin. Lê li ser kurdî hê jî asîmîlasyonek hovane tê meşandin. Ji sala 2000'î vir de zimanê kurdî wekî mijareke sereke ya têkoşînê di rojevê de ye. TZPKurdî di destpêka sala perwerdehiyê ya 2008-2009'an di çarçoveya hemleya êdî bes e de xebatên xwe gur kirin.”
MÊRDÎN:
Şaxa Egîtîm Sen`ê ya Mêrdînê jî li Qada Cumhuriyetê bi piştgiriya DTP, ÎHD`ê, Şaxa Sendîqaya Belediye Îş`ê ya Mêrdînê, daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya sloganên, "Zimanê zikmakî nayê qedexekirin", "Em perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin" avêtin Sektere Perwerdehiyê Jinan a Şaxa Egîtîm Sen`ê ya Mêrdînê Ozgul Kose, diyar kir ku astengkirina perwerdehiya ziman binpêkirinek mafan e. Kose wiha got: "Bi riya saziyên wekî AÇEV, ÇATOM, PÎO, MÎLO û YÎBO`yan asîmîlasyona li ser kurdî zêde dikin. Bi salan e xwestin kurdî bi zarokên kurdan bidin qedexe kirin. Niha AKP bi awayek sînsîtir li aliyekê bi riya weşana kurdî dixwaze kurdan bixapîne û li aliyê din jî ji girtîgehê heta Meclisê kurdî qedexe dike û wekî zimanê nayê zanîn nîşna dide. Lê gelê kurd li hemberî van polîtîkayan têkoşîna xwe dimeşîne."
WÊRANŞAR:
Rêxistina DTP'ya Wêranşarê jî li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê DTP'ya navçeyê Adnan Etlî jî di nav de komek qelebalix beşdarî daxuyaniyê bû.
Etlî balkişand ser girîngiya zimanan û zordariyên li ser kurdî bi bîr xist. Etli wiha got: "Feraseta qedexeker li ser kurdî berdewam dike. Ji girtîgehê heta meclisê kurdî qedexe ye. Weşanên kurdî tên qedexekirin û şerê li hemberî kurdan tê meşandin. Li hemberî vê yekê jî kurd ji azadî, ziman, çand û têkoşîna xwe bernedan û gurtir kirin."
RIHA:
Endamên Komîsyona Jinan a KESK'ê bi boneya rojê li Qada Karakoyunê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya endamên Egîtîm Sen û SES'ê jî beşdar bûn de, Zubeyde Teker, diyar kir ku pirsgirêkek Tirkiyeyê ya herî bingehîn jî qedexeya li ser zimanê zikmakî ye.
GEVER:
Li navçeya Gevera Colemêrgê jî, ji bo roja zimanê kurdî daxuyanî hate dayîn. Du kom li ber avahiyên DTP'ê û KURDÎ DER'ê civiyan û heta Meydana Azadiyê meşiyan. Di meşê de pankartên wekî “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî”, “Zimanê me rûmeta me ye”, "Bê ziman jiyan nabe” hatin vekirin. Pêkûtiyên li ser zimanê kurdî bi diruşman hatin şermezarkirin. Di nava wan de nûnerên Nûnertiya KESK, DÎSK, DTP'ê namzetên şaredar û meclisa şaredariyê jî hebûn û gelek kesî piştgirî da daxuyaniyê.
Rêvebera Şaxa KURDÎ DER'ê ya Geverê Elîf Gemîcîoglu diyar kir ku li cîhanê piraniya gelan zimanê xwe dikarin bi kar bînin, lê kurd nikarin zimanê xwe bi kar bînin.
WAN:
KURDÎ DER`a Wanê û KESK ji ber DTP'ya Wanê heta Kuçeya Hunerê meşek li dar xist. Parlamentera DTP'ê Fatma Kurtulan, Şaredara Sixkeyê Gulcîhan Şîmşek, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, endamên DOKH`ê, NÇM, YDG-M'ê û zêdeyî 3 hezar kesî beşdarî bûn. Girseyê pankarta, "Bila Zimanê Kurdî Bibe Zimane Fermî" vekir, sloganên, "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê me rûmeta me ye", "Zimanê me nasnameya me ye" avêtin.
ERDÎŞ:
Li Navçeya Erdîşê jî, nêzî hezar kes li ser Kolana Dalanê civiyan û çewsên li ser zimanê kurdî şermezar kirin. Li vir pankart û dovîzên wekî “Zimanê me rûmeta me ye”, “Bê ziman jiyan nabe”, “zimanê me nasnameya me ye”, “Em perwerdehiya zimanê kurdî dixwazin”, “Bimire asîmîlasyon û otoasîmîlasyon”, “Erdîş wê bibe gora asîmîlasyonê, Erdîş Keleha Zimanê kurdî ye”, “Ciwan hêza parastina ziman e” hatin vekirin. Li ser navê girseyê ji hêla endamên TZP Kurdî Hulya Teskî û Haşîm Bedîr bi kurdî û tirkî daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku piranî jin beşdar bibûn de, banga xwedîderketina zimanê kurdî kir. Piştî daxuyaniyê girse bêdeng belav bûn.
TETWAN:
Li Navçeya Tetwana Bedlîsê jî, ji hêla Şaxa KURDÎ DER a Tetwanê ve daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. Di nava wan de rêveberên KESK û DTP`ê jî hebûn nêzî 250 kes li ber avahiya Navenda Danûstandinê ya Tetwanê civiyan. Panqerta "Bila zimanê me bibe zimanê fermî" hate vekirin û dirûşmên wekî "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê me nasnameya me ye" hatin berzkirin. Serokê Şaxa KURDÎ DER a Tetwanê Hasan Irgat daxuyanî da û bal kişand ser pêkutiyên ser zimanê kurdî. Irgat, anî ziman ku ji bo kurd zimanê xwe azad bi kar bînin divê asteniyên li ber ziman bên rakirin. Irgat, bang li gelê kurd kir û xwest li zimanê xwe xwedî derkevin.
SEMSÛR:
Meclisa TZPkurdî ya Semsûrê bi bêşdariya sedan kesî şahiyek li dar xist. Şaniya rêveberên DTP, ÎHD, û KESK'ê jî beşdar bûn, bi axaftina Endamê Koordînasyona TZPKurdî Welat Dilken dest pê kir. Dilken di axaftina xwe de li ser girîngiya zimanê zikmakî û Roja Ziman rawestiya. Dilken ji cîhanê mînakên têkoşîna ziman dan. Dilken wiha got: "Li cîhanê gelek gelan ji bo parastina zimanê xwe bedel dane. Di sala 1952`yan de bangladeşiyan ji bo zimanê xwe têkoşînek mezin dane. Di encama vê têkoşîna ji bo zibanê wan bibe zimanê fermî dayîn de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Îro jî kurd bo ku zimanê xwe bikin zimanê fermî û bi zimanê xwe perwerdehiyê bibin têkoşînê didin."
EDENE:
Meclisa TZPKurdî ya Edeneyê ji bo rojê daxuyaniyek da û xwest ku ligel hemû zimanên cuda kurdî jî bikeve bin ewlehiya makezagonî. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku yên demekê ji ber daxwaza kurdî xwendekarên kurd ji zanîngehan diavêtin niha beşên kurdî ve dikin û xwest kurdî bibe zimanê fermî. Endamê TZPKurdî Metîn Ewr daxuyand xwend û bal kişand ser roja ziman û girîngiya zimanê zikmakî.
Diyarname / Azadiya Welat


