AMED
Saziyên Zimanê kurdî tevî saziyên demokratîk ji bo piştgiriya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) ya li navçeya Kayapinara Amedê hat dayîn. Saziyan pankarta bi kurmancî û kirmanckî “Statuya Kurdî Perwerdehiya Bi Kurdî / Statuyê kurdkî perwerdeyîya bi kurdkî" vekirin.
Di heman demê de dovîzên wekî “Em perwerdehiya bi kurdî dixwazin”, "Bê ziman jiyan nabe"/ bê ziwan cu nêbena", “Dem dema zimanê kurdî ye”, “Jin Ciwan Çand û Ziman”, “Kurd Kurdî Kurdistan”, “Her der Kurdî her dem kurdî” û “Zimanê min sînorê welatê min e” hatin rakirin.
Kurmanciya daxuyaniyê ji aliyê rêveberê Komeleya Birca Belekê Cahît Akil, kirmanckiya wê jî Hevseroka MED-DERê Şukran Yakût xwend.
Di daxuyaniyê de li ser peyama Ocalan sekinîn, diyar kir ku ev ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd qonaxeke nû ye û wisa hat gotin, "Armanca vê pêngavê li ser bingeha azadiyê, bi awayekî mayînde sazkirina aştiyeke bi rûmet û avakirina civakeke demokratîk e. Aştiyeke bi rûmet û civateke demokratîk bi azadiya nasname û nirxên neteweya kurd pêkan e."
'ZIMAN JI NAN Û AVÊ WÊDETIR E'
Gotina Ocalan a wekî "Mijara zimanê zikmakî bi qasî nan û avê girîng e. Heke tu zimanê dayika xwe hîn nebî, bi wê perwerdehiyê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî, tu nikarî tiştekî hilberînî, her wekî ku mejiyê te mirî ye li te tê. Pêşketina civakekê girêdayî pêşketina zimanê wê ye. Civakekê zimanê dayika xwe çend bi pêş xistibe tê wê wateyê ku asta jiyana xwe ewqas bi pêş xistiye. Dîsa zimanê xwe çend winda kiribe û çend ketibe bin serdestiya zimanên din tê wê wateyê ku ewqas bûye mêtingeh, hatiye pişaftin û rastî tevkujî û qirkirinê hatiye" bibîr xistin û gotin, "Em kurd jî careke din bi taybetî diyar dikin ku zimanê me kurdî hêmana me ya herî bingehîn, xwebûnî û dîrokî ya neteweyî ye. Nav û nîşana nasnameya me kurdan a herî sereke ye; xeta me kurdan a herî sor û jêneger e. Jêderk û çavkaniya me ya bingehîn a hebûn û jiyana me ye. Ji bo me ji nan û avê wêdetir e. Em kurd bêyî zimanê xwe nikarin bijîn û bêyî zimanê xwe jiyanê qebûl nakin.”
'DIVÊ HEMÛ MAFÊN ZIMAN BI HIQÛQÎ BÊNE QEBÛLKIRIN'
Di daxuyaniyê de gotin "Ji bo hewldanên aştiyeke bi rûmet û avakirina civakeke demokratîk biçin serî divê berî her tiştî, hem di zagonan de hem jî li her qada jiyanê hemû polîtîka û kiryarên tunehesibandinên nûjenkirî, kiryar û pêkanînên cur bi cur ên pişaftin û qedexekirinê, her awayê zext, zordarî, sînor û dorpêçên li ser zimanê me kurdî bên rakirin" û gotin; "Divê ligel hemû mafên neteweya kurd hemû mafên zimanî yên kurdan jî ji aliyê hiqûqî û siyasî ve bên qebûlkirin. Li ser vê bingehê divê hemû zagonên yekperest bên guhertin û zagonên ku wekhevî û azadiya hemû zimanan qebûl dikin bên sazkirin. Divê kurdî bibe xwedî statu û bibe zimanê perwerdehiyê. Divê kurdî li hemû qadên civakî û li her derê ku jiyan lê heye heta dawiyê serbest û azad be. Helbet, ji bo ku kurdî bi awayekî azad bikaribe bijî di heman demê de divê mafê kurdan ê xwerêveberiyê bi awayekî bê qebûlkirin û hemû astengiyên li ber xwebirêxistinkirina kurdan ji holê bên rakirin.”
Di daxuyaniyê de xwestin tecrida li ser Ocalan bê rakirin, divê her cureyê êrîş û zextên li ser kurdan û nirxên wan ên neteweyî bên bi dawîkirin.
Piştî xwendina daxuyaniyê diruşma “Bê ziman jiyan nabe” bilind kirin.
Saziyên ku daxuyanî îmze kirine ev in:
– Enstîtuya Kurdî ya Amedê / Amed
– Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê / Stenbol
– Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê / Îzmîr
– Komeleya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî- KURDÎGEH / Wan
– Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan / Sêrt
– Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê / Semsûr
– Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê / Êlih
– Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê / Amed
– Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê / Erdîş
– Komeleya Wêjekarên Kurd / Amed
– Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek / Cizîr
– Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya ANKA / Enqere
– Komeleya Zimanê Kurdî – CUDÎ-DER / Silopî
– Komeleya Ziman û Wêjeyê MEDYA-DER – Tetwan
– Kovara Destar – Amed
– Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Konê (KON-KULTUR)


