Diyarname
Kovara Kurt Tarihi ji bo vê havînê û ji bo hejmarên kevn û nû hemû bigihîjin ber destên xwendevana kampanyayeke da dest pê kirin. Li gor kampanyayê kovar bi sedî 45'ê erzanî bê firotin.
Kovara Kurt Tarihi li Tirkiyeyê bi tirkî du mehan carekê derdikeve û heta niha 13 hejmar gihandine ber destên xwendevanan. Kovar her hejmar nivîsên balkêş ên li ser dîroka kurd û Kurdistanê pêşkêş dike. Di van 3 salên xwe yên ku kovar derdikeve de heta niha gelek mijarên girîng û balkêş di kovarê de hatine weşandin. Li gor agahiyên ber destên me Tîraja kovarê bi ser 3 hezarî de ye. Ew bi vê kampanyayê di vê serdema betlaneyê de dixwazin hem hejmarên kevn ku hê gelek kesî bi dest nexistine, hem jî hejmarên nû bigihînin ber destên xwendevanên xwe.
Ji bo têkilî:
0532 173 25 09
kurttarihi@yahoo.com
**
Vaye nûçeya li ser hejmara dawî ya kovarê:
- 'Kurt Tarîhî' nivîsî: "Di Osmanî de 'Kurdên Sadiq' û 'Kurdên Wehşî'"


