BRUKSEL/ANF
Profesorê Mafên Mirovan Davîd L. Phîllîps di axaftina xwe ya li Konferansa Kurd a Parlemena Ewropayê (PE) de xwest, di nava referoma Zagona Bingehîn de erka xweseriyê bê dayîn. Phîllîps got, "Divê ev yek wekî îmtiyaz neyê dîtin, were ewlekirin" û pêÅŸniyar kir ku hêzên ewlekariyê yên herêmî bên avakirin.
10'emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî ya bi sernavê "Kurd, Tirkiye û pêvajoya aÅŸtiyê ya Îmraliyê: Firsendeke dîrokî" ya li Parlamenta Ewropayê (PE) dewam dike.
Di rûniÅŸtina destpêkê ya îro de ji Enstîtuya Lêkolînên Mafên Mirovan a Zanîngeha Colûmbîa ya DYA mudurê bernameya maf û avakirina aÅŸtiyê Prof. Davîd L. Phîllîps axivî û diyar kir ku agirbesta ji aliyê Ocalan ve di Adara 2013'an de hat îlankirin û vekiÅŸîna gerîla firsendeke dîrokî ye, lê belê hikûmetê ev firsend baÅŸ bikar neaniye.
Yek ji ÅŸêwirmendên payebilind ên berê yên Sekreteriya GiÅŸtî ya Neteweyên Yekbûyî û Wezareta Karên Derve ya DYA Phîllîps beriya "Vebûna Kurd" a sala 2007'an bi rapora xwe ya li ser mijara PKK'ê ketibû rojevê.
PHÎLLÎPS: PAKÊTA DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ HEQARET LI KURDAN E
Phîllîp da xuyakirin ku dewleta Tirk bi awayekî rast daxwazên Kurdan qebûl nekiriye û got, "Birêz Erdogan di 30'ê Îlonê de pakêteke demokratîkbûyînê pêÅŸkêÅŸ kir. Ev pakêta qaÅŸo demokratîkbûyînê, mafên mirovan ewçend dorteng dike ku mirov nikarin behsa demokratîkbûyînê bikin. Bi dîtina min ev pakêt heqaretek li Kurdan e. Mafên ji Kurdan re hatine dayîn bi dîtina min ne mafên girîng in. Mafên gelê Kurd dixwaze, ji aliyê Erdogan ve nayê qebûlkirin. Di nava destûra bingehîn de îbareyên nasnameya etnîkî naguherin. Erdogan di vê mijarê de gelekî binketî ye. Sozên xwe yên ji bo serbestberdana aktîvîstên Kurd ên di navbera salên 2009-2011'an de hatine girtin, bicih nîne."
Phîllîps da zanîn ku di hin madeyên TMK û TCK de ti guhertin nehatien kirin û got, "Heta ku ev reform neyên kirin kes nikare behsa demokratîkbûyîna Tirkiyê bikin."
Phîllîps destnîÅŸan kir ku reforma destûra bingehînî pêÅŸÅŸertekî aÅŸtî û aramiyê ye û got, "Divê ji ezmûnên welatên ku pêvajoyên ÅŸer bihurandine û reformên destûra bingehînî pêk anîne, sûd were girtin."
DIVÊ XWESERÎ BÊ DAYÎN
Phîllîp da xuyakirin ku divê erkek zêde ji hin herêman re bê dayîn û got, "Ya rast, divê di reforma destûra bingehînî de erka xweseriyê cih bigire."
Phîllîps got, "Xebatên xweseriyê di rêya serweriyê de gelekî kêrhatî ye. Divê ji saziyên herêmî re mafê xweseriyê bê dayîn. Di asta herêmî de navgînên qanûndanîn, rêvebirin û dadgeriyê dikarin werin avakirin. Hêzên ewlekariyê yên herêmî jî dikarin werin avakirin. Bi dîtina min pêkhatina van gelekî girîng e."
Phîllîps her wiha bal kiÅŸand ser girîngiya xweseriya aborî û çandî û got, "Perwerde, perwerdeya bi zimanê hindikahiyan li dibistanan, di saziyên herêmî yên cemaweriyê de bikaranîna zimanên herêmî, di çapemenî û medyayê de weÅŸana bi zimanê herêmî. Di van mijaran de xweseriya çandî girîng e."
Phîllîps ragihand ku divê ev hemû maf weke îmtiyazê neyê dîtin, divê werin ewlekirin û got, "Erdogan bi nêzîkatiyeke asîmetrîk re, dikare hîn bêtir erkê bide baÅŸûrrojhilatê Tirkiyê."
DIVÊ HÊZÊN EWLEKARIYÊ YÊN HERÊMÎ BÊN AVAKIRIN
Phîllîps ragihand ku divê Tirkiye li ser avakirina aÅŸtiyê raweste û got, "Bêçekbûyîn bernameyeke gelekî berfireh e (...) Çek dê ji aliyên ÅŸer dikin were girtin û kesên ÅŸer kirine dikarin ji nû ve beÅŸdarî hêzên ewlekariyê yên herêmî bibin." Phîllîps bi vî rengî avakirina hêzên ewlekariya herêmî pêÅŸniyar kir.
PÊWISTÎ BI BEÅžDARIYA ALIYEKÎ SÊYEMÎN HEYE
Phîllîps bal kiÅŸand ser pêvajoya aÅŸtiyê ya li Îmraliyê û got, "Di pêvajoya aÅŸtiyê ya li Îmraliyê de pêwistî bi nêzîkatiyeke gelekî cuda heye. Pêkhatina aÅŸtiyê ancax bi rêya navbeynkar û aliyê sêyemîn dibe."
Phîllîps ragihand ku bi dîtina wî Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesût Barzanî jî dikare roleke cidî bileyze û ev bang li Yekitiya Ewropayê kir: "Bi dîtina min derxistina PKK'ê ji nava lîsteya rêxistinên terorê dê ji bo hemû aliyan gelekî baÅŸ be. Divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin. Bi vî rengî pêvajoya aÅŸtiyê ya li Tirkiyê dê zindî bibe."
Phîllîps diyar kir ku ev yek wê ji bo Sûriyê jî erênî be û bal kiÅŸand ser xebatên PYD'ê yên li Sûriyê. Phîllîps xwest ji PYD'ê re fînansmana navneteweyî bê dayîn.