Diyarname
YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê) li ser serjimariya bajaran hejmara mebûsên ku li wê derê dê bêne hilbijartin nû kir. Ji bajarên kurdan mebûsek li yên Rihayê zêde bû.
YSK li ser serjimariya online bi ser navnîşanan re şikil dide hejmara mebûsên bajaran. YSK'ê niha ev yek nû kir. YSK'ê hejmara mebûsên 3 bajaran zêde kir: Enqere, Riha, Mugla.
Li Rihayê di hilbijartinê de 14 mebûs hebûn, li gor vê di hilbijartina li pêş me de wê 15 mebûs ji Rihayê bêne hilbijartin.
Li aliyê din li Erzerom, Yozgat û Bayburt mebûsek wan kêm bû.
Mebûsên herî zêde li Stenbolê ne. Li Stenbolê 96, li Enqereyê 37 û li Îzmîrê jî wê 28 mebûs bêne hilbijartin.
Rewşa bajarên kurdan bi vî rengî ye:
Agirî 4, Amed 12, Bedlîs, 3 Batman, 5, Culemêrg 3, Çewlig 3, Dêrsim 2, Elezîz 5, Erzerom 5, Erdexan 2, Entab 14, Îdir 2, Qers 3 Melatî 6, Mereş 8, Mêrdîn 6, Mûş 3, Riha 15, Semsûr 5, Şirnex 4, Wan 8.
Bajarên Tirkiyeyê jî bi vî awayî şikil girtin:
Adana 15,, Afyonkarahisar 6, Amasya 3, Ankara 37, Antalya 17, Artvin 2, Aydin 8, Balikesir 9, Bilecik 2, Bolu 3, Burdur 3, Bursa 21, Çanakkale 4, Çankiri 2, Çorum 4, Denizli 7, Edirne 4, Eskişehir 7, Giresun 4, Gumuşhane 2, Hatay 10, Isparta 4, Mêrsîn 13, Stenbol 96, îzmîr 28, Kastamonu 3, Kayseri 10, Kirklareli 3, Kirşehir 2, Kocaeli 14, Konya 15, Kutahya 4, Manisa 10, Mugla 8, Nevşehir 3, Nigde 3, Ordu 6, Rize 3, Sakarya 8, Samsun 9, Sinop 2, Sivas 5, Tekirdag 8, Tokat 5, Trabzon 6, Uşak 3, Yozgat 3, Zonguldak 5, Aksaray 4, Bayburt 1, Karaman 3, Kirikkale 3, Bartin 2, Yalova 3, Karabuk 3, Kilis 2, Osmaniye 4, Duzce 3."


