ERDOGAN ALTAN – WAN
Daxwaza gelê kurd a ji bo zimanê zikmakî hindî diçe gur dibe. Ligel kampanyaya `Êdî bes e ez perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazim` eleqeya kurdan a di warê ziman de xurtir bû. Têkildarî kampanyayê ÅŸaredariyên DTP`î yên herêma Serhedê jî anîn ziman ku piÅŸtgiriyê didin kampanyayê û dê di pêÅŸerojê de di warê xebatên fermî yên ÅŸaredariyê de jî gavan bavêjin. Åžaredaran diyar kir ku dê anons û xebatên din ên ÅŸaredariyê bi kurdî ji gel re vebêjin.
Kampanya `Êdî bes e ez perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazim` ku ji hêla TZPKurdî ve hatiye destpêkirin, bi berfirehî berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de ÅŸaredariyên DTP`î yên li herêmê jî dest bi pêkanîneke nû dikin. Åžaredariyên piÅŸtgirî dan kampanyayê anîn ziman ku piÅŸtî kêmasiyên teknîkî qedandin dê xebatên xwe bi kurdî ji gel re vebêjin û nivîsên fermî bi kurdî biweÅŸînin. Têkildarî mijarê ÅŸaredaran anî ziman ku piraniya gelê herêmê bi kurdî diaxive û bal kiÅŸandin ser hewceyiya kurdî. Åžaredaran anî ziman ku mînaka Meclîsa Åžaredariya Sûra Amedê û Åžaredar Abdullah DemîrbaÅŸ ku ji ber biryara pirzimaniyê ji peywirê hatine girtin ji bo wan mînak e.
ÅžAREDARIYA SÛRÊ...
Åžaredarê navçeya Gevera Colemêrgê Salîh Yildiz, der barê mijarê de agahî dan û diyar kir ku her çiqas di zagona ÅŸaredariyê de di hêla meÅŸandina xebatên nivîskî yên fermî de yekzimanî hebe jî ew dê di rojên pêÅŸ de, xebatên bi kurdî bidin destpêkirin. Yildiz, da zanîn ku ji ber li Geverê ji sedî 95`î zêdetir kurd in û bi kurdî diaxivin, ew jî bi gel re bi kurdî diaxivin. Yildiz, wiha got: “Di dilê me de tiÅŸtekî wiha heye lê ji ber di hêla teknîkî û kadroyan de kêmasî hene, em heta demekê dest pê nakin. Lê em ê van kêmasiyan temam bikin û dest bi xebatê bikin. Em ê xebatên Åžaredarê Sûrê ya berê Abdullah DemîrbaÅŸ ji xwe re wekî mînak bigirin. Di pêÅŸerojê de mimkûn e ku em dest pê bikin.”
JI ANONSAN DEST PÊ DIKE
Åžaredara bajaroka Sixkê ya Wanê Gulcîhan ÅžîmÅŸek jî diyar kir ku ew jî mexdûreke asîmîlasyonê ye û ji ber vê yekê kêmasiyeke mezin dijî. ÅžîmÅŸek, destnîÅŸan kir ku niha ew bi xwe fêrî kurdî bûye û di nava gel de bi kurdî diaxive û heke ew îmkan hebe dê xebatên xwe fermî bikin. ÅžîmÅŸek, anî ziman ku piraniya kesên di nav sînorê ÅŸaredariya wan de dijîn kurd in û bi zorê hatine koçberkirin. ÅžîmÅŸek, derbirî ku ji ber vê yekî jî ew ê xebatên xwe yên fermî yên wekî anons û agahdariyên din bi kurdî bikin. ÅžîmÅŸek wiha axivî: “Lê belê heke di hêla nivîsandin û vegotina xebatên fermî yên ÅŸaredariyê de destûr neyê dayîn jî, em ê anonsên ku ji ÅŸaredariyê dikin bi kurdî yanî bi zimanê gel bikin. Ji bo ku gel fêm bike. Qet nebe jî em ê anonsan bi kurdî bikin.”
‘ÇI LAZIM BE EM Ê BIKIN’
Åžaredarê navçeya Åžemzînanê HurÅŸît Tekîn jî destnîÅŸan kir ku ew ê ji bo ku bibînin ka di vê mijarê de ew dikarin çi bikin, bi xebatkarên ÅŸaredariya xwe re nîqaÅŸan bikin û li gorî wê ew ê dest bi xebateke wiha bikin. Tekîn jî anî ziman ku pirsgirêkên wan ên di hêla mijarê de hene, heke temam bikin ew ê anonsên ÅŸaredariyê û nivîsên fermî bi kurdî bikin.
Åžaredarê navçeya Qopê ya MûÅŸê Nasir Aras jî anî ziman ku di pêÅŸerojê de dê xebatên xwe bi kurdî bimeÅŸînin. Aras, diyar kir ku têkildarî vê mijarê çi ji destê wan bê ew ê bikin.
LI BAZÎDÊ ANONSA BI KURDÎ
Åžaredara navçeya Bazîda Agiriyê Mukaddes Kubîlay jî diyar kir ku ew di nava gel de ye û têkiliyên xwe hemû bi zimanê kurdî dike. Kubîlay got ku ew kêmasiyên teknîkî der barê mijarê de xilas bikin dê dest bi xebateke wiha bikin û ev tiÅŸt gotin: “Ji xwe em di nava gel de ne, têkiliyên me yên bi gel re bi kurdî ne. Hemû xebatkarên ÅŸaredariyê jî bi gel re bi zimanê wan diaxivin û têkiliyê datînin. Ji niha ve hin anonsên me ku ji ÅŸaredariyê tên kirin bi kurdî ne, ji ber ku li navçeyê gelek rexne ji me re anîn ku ew bi tirkî zêde fêm nakin ji anonsan. Li ser vê yekê em jî hin anonsên xwe bi kurdî dikin.”
BIRYARA KONFERANSÊ BÛ
Di Konferansa Rêvebereyên Heremî ya 2005’an de ji bo ku xebatên pirzimanî yên ÅŸaredariyên di destê siyaseta kurd de bi kurdî bên kirin biryara prensîbê hatibû girtin.
Nûçeya DÎHA ji Azadiya Welat hatiye girtin