QAMIÅžLO
7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê (Sala Melayê Cizîrî) li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê QamiÅŸlo bi amadebûna nivîskar, rewÅŸenbîr, xwendekarên zanîngehê û nûnerên Rêveberiya Xweser bi dawî bû.
Çalakiya dawîkirina mîhrîcanê 3'yê mehê li dar ket. Koma Yek Par a muzîkê di çalakiya dawî de çend stran gotin
XELATA MADÎ Û PLAKETEK HAT DAYÎN
Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navê helbestvanên serketî eÅŸkere kirin û ew bi xelata madî û plaketek xelat kirin.
6 HELBESTVAN HATIN XELATKIRIN
Komîteya amadekar û komîteya nirxandinê ya Mîhrîcana Osman Sebrî, ji 16 berhemên helbestî, 6 helbestvan (3 berhemên bi zimanê erebî û 3 berhemên bi zimanê kurdî) serkeftî dîtin.
Helbestvan Kameran Simo bi helbesta xwe ya bi navê "Sebra Gamasî", di asta yekemîn de, Ebûd Mexso bi helbesta xwe ya bi navê "Pêlname" di asta duyemîn de û helbestvan Medya Berekat bi helbesta xwe ya bi navê "Çil û Çar Kêlî′"di asta sêyemîn de bi ser ketin.
Her wiha helbestvanên ku helbest bi zimanê erebî nivisîbûn û hêjayî xelatkirinê hatin dîtin ev in: Mehmûd Ebdo, Ebdulbarî Ehmê û Diyaa Iskender.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Mîhrîcana Osman Sebrî bi sala Melayê Cizîrî dest pê kir