Diyarname
Di 5'emîn Kongreya Asayî ya HAKPAR'ê de Kemal Burkay bû Serokê Giştî yê HAKPAR'ê.
Siyasetmedar û nivîskar Kemal Burkay ku bi pêşniyara AKP'ê piştî 31 salan hatibû Tirkiyeyê, di dema hatina xwe de helbesta AKP'ê gelek baş dîtibû lê di van demên dawî de êdî wî jî reşne li AKP'ê dikir di kongreya HAKPAR'ê de ji bo serokatiya partiyê hat hilbijartin.
HAKPAR'ê 5'emîn Kongreya Xwe ya Asayî li Navenda Çanda Kocatepe ya Enqereyê li dar xist. Di kongreyê de Burkay 274 deng girt û bû Serokê HAKPAR'ê. Berendamê din Mehdi Sarikaya tenê deng girt û ji sindoqê du deng jî betal derketin.


