ŞÎLAN MIHEMED / KOBANÎ / ANHA
Şaredariya Gel a Kobanî bi derfetên xwe yên kêm jî av û ceyran gihand piraniya bajarê Kobanî.
Piştî hêzên YPG’ê bajarê Kobanî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, Şaredariya Gel dest bi xebatên ji nû ve avakirina bingeha xetên avê û ceyranê kirin. Her wiha kolanên bajar jî tên vekirin.
Tevlî bê derfetiyan jî şaredariya 10 şebekeyên avê yên taxan ku ji ber şer û pevçûnan ziyan dîtibûn temîr kirin û bi vê yekê av gel bi hêsanî ava xwe digirin. Bi vê yekê av gihişt taxên Xebat, Moro, Şehîd Moro, Kaniya Kurdan a Rojava, Kaniya kurdan Rojhilat, Şehîd Peyman, Şehîd Serhet û Şehîd Fîras.
Şaredarî di hefteyê de 4 roj avê li welatiyan belav dike. Li gorî rayedaran destnîşan kir ji sedî 70'yê bajarê Kobanî ava xwe digire. Ji bo av bigihîje taxên din ên Kobanî jî xebat bê navber dewam dikin. Di projeya temîrkirina şebekeyên avê de 6 xebatkar dixebitin û niha xebatên wan ji bo av bigihîje taxên Mektelê, Şehîd Xebatkar û Şehîd Kawa, tê payîn ku di nava 15 rojan de av bigihîje van taxan jî.
Ji bo ceyranê jî xebat tê meşandin
Şaredarî di xebatên ceyranê de bê navber karê xwe dimeşîne. Xebatên kişandina ceyranê bi 2 şêwazan tê dimeşandin. Plana yekem lempeyên ronahî li kolanên sereke yên bajar têne danîn; plana duyemîn jî ceyran li taxên bajar di riya cenetoran tê danîn û li gorî sîstema ampulan li malan têne belavkirin.
Şaredariya Gel lempeyên ronahî li riyên ketina bajar ya sînorê Kobanî (Murşidpînar) û heta Meydana Azadî danîne, lê hîn ceyran negihîştiye wan, her wiha lembe li ser riya Cerablus û beşek jî riya Helebê têne danîn.
Di rojên pêş de dê lembe li kolanan 48’an, riya Helebê Meydana Atiyê û heta Meydana Azadiyê bêne danîn. Her wiha dê 25 lembe li taxên Şehîd Fîras, Şehîd Peyman û Şehîm Moro bêne danîn.
Li taxên Şehîd Serhed, Şehîd Moro, Şehîd Fîras, Şehîd Yihya, Şehîd Xebat Riya Cerablus, Kaniya Kurdan, Kolana Mehetê û Taxa Şehîd Kawa xebatên belavkirina ceyranê hatin meşandin û cenetor hatine danîn.
Di nava rojên pêş de dê ceyran li taxên Botana Rojava, Şehîd Peyman, Şehd Ebdo û beşek ji taxa Botan Şerqî bê danîn. Xebatên li van taxan didome lê ji ber ku kebloyên pêwîst kêmin kar bi giranî dimeşe.
Rê têne vekirin
Şaredariya Gel a Kobanî xebatên xwe yên vekirina riyan û rakirina bermahiyên şer didomîne. Di heman demê de xebatên firehkirina kolanan tê meşandin
Têkildarî xebatên şaredariyê Hevseroka Şaredariya Kobanî Şevîn Mihemed diyar kir ku ew bi hemû hêza xwe ji bo peydakirina pêdiviyan kar û xebatên xwe dimeşînin.