Diyarname
31’emîn Festîvala Gûzeka Zêrîn a Edeneyê îsal xelata rûmetê dide lîstikvan Demet Akbag û Ugur Polat.
Festîval îsal di navbera 23-29’ê rezberê de lidar dikeve. Festîvalê biryar da ku Xelata Rûmetê ya Festîvalê îsal bide Akbag û Polat.
Lîstikvan Demet Akbag bi fîlmê wekî “Neredesin Firuze”, “Organize İşler”, “Vizontele”, “Eyyvah Eyvah”, “O… Çocuklari”, “Kurtuluş Son Durak”, “Hukumet Kadin”, “Kış Uykusu” derket pêş. Ev dor 40 salan in lîstikvaniyê dike.
Lîstikvan Ugur Polat jî bi fîlmê “Sis”, “Suyun Ote Yani”, “Cazibe Hanimin Gunduz Duşleri”, “Karşılaşma”, “Salkim Hanimin Taneleri”, “Filler ve Çimen”, “Sis ve Gece”, “Devrim Arabalari”, “Anadolu Leoparı” tê zanîn.
Her du lîstikvanan jî ligel van fîlman di felek film û rêzefîlmên din de lîstine, her wiha di lîstikên şanoyê de jî cih girtine. Festîval niha bi Xelata Rûmetê wan rûmetdar dike. Roja 26’ê rezberê ewê xelata xwe bigirin.
SERDANA ROJA DAWÎ
Li aliyê din ji bo festîvalê yên bixwazin heta 16’ê vê mehê fîlmên xwe bişînin ber destên amadekarên festîvalê. Festîval di warê Fîlmên Metrajdirêj, Belgefîlm, Kurtefîlm, kurtefîlmên xwendekaran de xelatê dide.
Festîval îsal yekemîn car di warê Senaryoyên Ji Wêjeyê Hatine Girtin de pêşbaziyê li dar dixe. Heta 20’ê mehê yên bixwazin dikarin di vî warî de serîLêdana xwe bikin.
KURTEYA FESTÎVALÊ
Di bin Serokatiya Rûmetê de Serokatiya Festîvalê Menderes Samancilar dike û Nebil Ozgenturk, İsmail Timuçin, Huseyin Orhan, Gokhan Mutlay û Mahmut Gogebakan jî endamên Lijneya Rêveberiyê ne. Li gor biryara vê lijneyê, îsal Derhênerê Hunerê yê Festîvalê Mehmet Açar, dîrektora bernameyê Esin Kuçuktepepinar e.


