Kedkaran qerta sor nîþanî AKP’ê da - Nûçeya Gultan Kiþanak*
ENQERE
Greva giþtî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî (KESK) îro li Enqereyê jiyan rawestand, kedkarên ku beþdarî grevê bûn ji 4 aliyan ve meþiyan Qada Kizilayê. Polîtîkayên AKP’ê, butçeya AKP’ê ji aliyê kedkaran ve hate redkirin.
Hemû kedkarên li Tirkiyeyê beþdarî grevê bûn, li Enqereyê dest ji kar berdan. Ji bilî kedkarên tenduristiyê yên di nexweþxaneyan de, tu kedkarên din xizmet nekirin. Hemû kedkarên gelemperiyê dest ji kar berdan û derketin kolanan. Meþa ku ji 4 aliyan ve pêk hat, li kolana Ziya Gokalpê li hev kom bûn. Kedkarên tenduristiyê li ber deriyê nexweþxaneyan rawestiyan, û li gel meclisên tenduristiyê civîn li dar xistin. Biyarnameya ku AKP’ê derxist û derbe li xizmetên gelemperiyê dixe, pêþkêþî dengdana kedkaran hate kirin. Û kedkaran biryarname red kirin. Partiyên siyasî yên ku piþtgirî dan grevê, di meþê de cih girtin.
* Hevseroka BDP'ê Gultan Kiþanak li hemberî operasyonên li hemberî DÎHA û çapemeniya din a kurd, ji bo piþtgirî bide DÎHA'yê li ser navê DÎHA'ye çalakiya KESK û TTB'ê þopand û çû avahiya DÎHA'yê, ev nûçe nivîsî.