___Faîk Ocal___
Belaya nivîskarên kurd ji evîna kurdî mezintir e
Em ê çawa keyf û keyfiyetê ji hev cuda bikin? Rexnegir bi keyfî tevdigere yan bi keyfiyetê datîne? Hemû keyf subjektîf û hemû keyfiyet jî objektîf in gelo? Li gorî kîjan pîvanê keyfa rexnegir biçûk û keyfiyeta wî/wê mezin dibe? Em dikarin pirsên wiha hîn zêde bikin. Lê rastiyeke dşkere heye: Tu nikarî her kesî memnûn bikî.
Dema ku min dest bi karê rexneyê kir, nivîskarên me digotin kesên ku berhemên me rexne bike, tune ye. Çima rexnegir ji me dernakevin? Di qada wêjeya kurdî de, di aliyê rexnegiriyê de valahiyeke mezin hebû, hîn jî heye. Min tim roman û çîrokên kurdî dixwendin. Piştre min biryara xwe da ku ez dest bi karê rexneyê bikim. Ji bo wêjeya kurdî ketibûm bin barekî gelekî giran. Derdê min çi bû? Tenê kurdî bû. Lê belaya nivîskarên kurd ji evîna kurdî mezintir e, hezar mixabin. Tiştê ku li min zor tê ev e: Di destê me de pirtûkên rexneyê kêm in. Mîsal, min “kevirekî xwar” danî lê ka “kevirên durist”!. Hin nivîskarên me çi dikin? Dewsa kevirên durist danîn, kevirên xwar reş dikin.
Her rexnegir li gorî keyf û keyfiyeta xwe kevirê xwe datîne qada rexneyê. Min kevir xwar danî, tu kevirekî durist deyne. Na, mixabin wiha nabe. Nivîskarên me rexneya me naecibînin lê karê rexneyê jî nakin. Tenê darizandinên bêînsaf hene. Ev hindik xweşik e, ew pir neçê ye. Çima ev wisa bûye lê wiha nebûye..!
‘Qanûnên wêjenasiyê’
Ji bo pergala objektîfbûnê me deh xal danîn û li gorî wê roman nirxandin. Lêbelê rêzdar Yaşar Eroglu dibêje: “Mixabin tengmayîn û îhmalkariya hin rêbaz û rastiyên wêjenasiyê meriv nikare bi rihetî bêje ku nirxandinên birêz Ocal têr û tije ne.”
Haya me ji “qanûnên wêjenasiyê” heye. Me jî bi sedan û hezaran roman xwendin. Em jî dizanin kî û çawa “wênekêşandî”(wêne tê girtin nayê kişandin, mantiqa tirkî ye) yan jî “wêne çêkirî” ye. Haya me ji modernîzm û postmodernîzmê, nûjenî û kevneşopiyê, bîrdozî û îdeolojiyê jî heye. Eroglu ji bo berhema min dibêje: “Faîk Ocal bi van rastiyan re sadiq nemaye, kirasekî teng li nirxandina romanan kiriye, kiras lê nayê û nirxandin qels hiştiye…”
Min romanek jî bêyî fehmkirin rexne nekiriye, nenirxandiye. Romanên ku min sê-çar caran xwendine gelek in. Heger min ji hinek romanan fehm nekiribe, têkilî bi romannûsan re daniye. Min ji bo baştîrin pêgihîştina romanan têkilî bi van romannûsan re danîye: H. Kovan Baqî, Çorê Arda, Nudem Hezex, Bawer Rûken. Bi rastî romanên van romannûsan hinekî giran bûn (yan jî postmodern!) û ez bi bersivên wan serwext bûm.
Bihuşta Xezalan yan Çirava Dojehê
Bihuşta Xezalan a Eyşana Beravî “Çirava Dojehê” ye? Li gorî Eroglu Bihuşta Xezalan bi tevahî bêhonak e lê min ev roman serkeftî dîtiye û roman di nava çîrok û romanê de têkçûyî ye. Bersiva min: Romannûsê ji çîrokê romanek derxistiye, ji romanê jî çîrokek afirandiye û bi terzekî nû. Min jî li gorî keyfiyeta xwe roman xelat kiriye. Ji ber ku ez hem dozger hem dadwer hem jî mehkûmê rexneya xwe me. Bi awayekî din; hem mîr hem jî xulamê rexneya xwe me. Objektîfî çi ye? Rexne çi ye? Rexne jî ev e. objektîfî jî ev e. Rexne agirek e ku rexnegir dema ku berhemekê rexne bike pê disoje jî. Min bi keyfîyeteke sotîner ev xebata kiriye. Kesê bizanibe dizane ku çiqas zor û zehmet e.
Xeyalên bêezman û nakokiyên bêziman
Eroglu rexneya min a derheqê Xeleka Xeyalên Bêezman a Gula Almastê jî neecibandiye. Li gorî wî roman bi nakokiyên xwe bêezman û bêhonak e lê min ew roman bi ezman û bi honak dîtiye/kiriye. Ewil min kêmasiyên romanê nimandiye û rexne lê kirine. Bi rastî romanên serkeftî “bê ezman” in. Li gorî keyfiyeta min, Gula Almastê bi keyfa xwe “romaneke bê ezman” afirandiye. Tiştê min dîtî Eroglu nedîtiye, yê wî dîtî jî min nedîtiye; jixwe ew jî serkeftîna romannûsê diselmîne. Rexneya ku min û wî diborîne ev şêweyê romanê ye. Ev jî dîtina min e. Wekî din kerem û meydan ya neraziyan e.
Neynika wêjeyê
Dema ku min ev rexneyên Eroglu xwend û ez şoq bûm: “Faîk Ocal nirxandin tenê li ser beşa dawiyê kiriye, nirxandina destpêka romanê ji bîr kiriye. Pê re Omer Dilsoz pesinandiye ha pesinandiye.” Dîsa ez ê bi mînakeke Eroglu, bersiva wî bidim. Romannûsî bi keyfa xwe îskeletê romanê afirandiye. Min jî li gorî keyfiyeta xwe “îskeletê çermreşan û îskeletê çermspiyan” dîtiye û nirxandiye. Çima min rêzdar Omer Dilsoz pesinandiye? Ez ê dîsa li vir jî bêjim: Bi ziman, honak û atmosfera xwe Neynika Dilî, bi îskeletên cur bi cur hatiye afirandin û xemilandin. Di navbera keyfa romannûsî û keyfiyeta rexnegirî de îskeletên reng bi reng hene.
Meseleya tolerebûn û pirolebûnê
Şihîna Hespên Azad a Mehmet Oncu heye yan min ew pirole kiriye? Li gorî Eroglu di rexneya xwe de min bersiva çi daye û lê ya çawayê nedaye. Min “nakokiyên romanê” nimandiye û kêmasî jî vegotiye. Û min di tabloyê de 79 puan daye romanê. Nizanim min çawa “her tişt tolere kiriye.”(!) Şihîna Hespên Azad di aliyê herikandin û teswîran de qels e û min jî ew nimandiye û rexne kiriye. 79 puan ji romanê re ne zêde ye. Di navbera keyfa romannûsî û keyfiyeta min de Hespên Azad 79 caran dişîhin.
Têkiliya romannûs û rexnegir
Di sala 2019yan de li Semsûrê di koma xwendinê de min rêzdar Mehmet Oncu nas kir. Em hembajariyên hev in. Kekê Oncu dost û mamosteyekî min î hêja ye. Ew mirovekî qenc û baş e. Lê tu caran ji min re negotiye te çima ev rexne li romana min kiriye. Ev exlaq û sincekî rewşenbîriyê ye ku parçeyek ji nivîskariyê ye. Min jî di karê xwe de hevnasî daneniye pêşiya rexneyê, têkiliya me ji bo nirxandinê nebûye asteng, barê şermê û handîkap.
Tawanbariya yekem: pêdandî
Eroglu min bi pêdandiyê (fikra sabit) tawanbar dike û navê van her du romannûsan dide: Mehmet Uzun û Omer Dilsoz. Felsefeya rexnegiriya min ev e: Kêmasiyan bi dilxweşî bêje û serkeftinan bipesine. Min dît ku nivîskarên me newêrin hevdu bipesinin. Çima ez berhemên baş nepesinim? Mehmet Uzun mir û çû; Xwedê rehma xwe lê bike. Têkiliya min bi Omer Dilsozî re jî tuneye. Li gorî keyfiyeta min, wî romaneke serkeftî afirandiye û ez jî heqê wî didim û wî dipesinim di çarçoveya van regezên ku min kirine rêbaza rexneya xwe. Di vê de ne tu şaşî û xeletî heye ne jî pirole û tolere.
Pirsgirêka dilxweşkirin û taltîfê, sabûn û şampûanê
Li gorî Eroglu: “…her çiqas niyeteke wî tune be jî li gorî pîvanên wêjenasiyê nexebitiye, pîvanên xwe yên takekes dane pêş. Ev jî subjektîfiya wî ye.” Ez ê bi gotina M. Foucaut û wêneyê Magritteê vê bibersivînim: Ev ne qelûn e ha!
Meseleya Spînoza û Şener Ozmen
Ez ê ji bo wê jî tenê mînaka G. Flaubert bidim. Ji Flaubert dipirsin, Madam Bovaryî kî ye. Wî jî gotiye, “ez” im. Çawa nivîskarekî mêr, bi karektereke jin ve xwe yek dibîne? Ez dibêjim ku Ozmen xwestiye peyama xwe û ya romanê bi karekterekî mîna Yasîn bide. Li vir jî meseleya keyf û keyfiyetê heye.
Pîvanên wêjeyê çi ne?
Eroglu dibêje: “Nirxandêr Ocal her çiqas dibêje min roman objektîf nirxandin jî ne objektîf nirxandiye. Objektîfiya wî li ser pîvanên wî yên takekesîn e ku pîvanên wekî objektîf dibîne. Pîvanên ew tê de maye, ne pîvanên wêjenasiyê, pîvanên wî bixwe ne, carinan li hember romanan wekî îdeolojîk tevgeriyaye.”
Meseleya îdeolojîkbûnê kûr û dirêj e. Ji bo 101 Çîrokên Kurdî rêzdar Wehab Mistefazade ji min re gotibû: Te li gorî çi û kîjan pîvanê ev çîrok hilbijartin? Min jî gotibû: Min ewil xwe ji çîrokên (romanên) îdeolojîk dûr xist. Min xwest tenê cî bidim berhemên wêjeyî.
Rexnegir divê xwe hemû kirasên teng (îdeolojîk, dînî, etnîk hwd) biçirîne. Min jî wiha kir. Pîvana min edebîbûn e.
Erebê Şemo şivanê romana kurdî ye?
Pirs ev e: Şemo ji bo wêjeya xwe mîna Gorkî, Posternak, Soljenitsin berdêlên giran daye û bi terza xwe rêyeke nû vekiriye? Na, girîngiyeke Şemo heye: Yekemîn kes e ku roman bi kurdî nivîsandiye. Ji bo wejekarekî jî ew jî pile û payeyeke gewre ye. Eroglu navê Şolohov zikir dike û dibêje: “Mehkûmkirina pergalan tiştek e lê mehkûmkirina wêjeyê jî tiştekî din e.” Ez ne pergalekê ne jî wêjeyê mehkûm dikim. Min gotiye Şemo di bin teknîka realîzma sosyalîzmê de asê maye. Belkî nivîskarên mîna Şolohov ev teknîk bi hostatî bikar aniye lê Şemo nikariye teknîka realîzma sosyalîzmê bi hostatî bikar bîne. Şemo sosyalîzm ji kurdbûnê pêşdatir dîtiye, girtiye. Faşîstekî mejîreş an jî fûndemantalîstekî dîndar jî dikare bi kurdî berheman binivîse lê ew kurdî wekî amûr bikar tînin, armanca wan ne xizmeta kurdî ye, rêza wan ji kurdî re tuneye.
Xwerexnekirin: Kêmasiya min a herî mezin
Min Încî/Durr (Pearl) ya J. London 101 Romanên Kurdî çap bû şûnde xwend. Min dît ku rêzdar Siyamend Serbilind, Bêyoma xwe bi her awayî ji Înciyê derxistiye. Li vir sedî sed û bêkemasî întihalek heye. Mîna bêjî ku Serbilind, Durr wergerandiye kurdî û piştre navê Bêyomê lê daniye. Li vir întihalekê wêdatir tiştek heye. Lê şerm dikim bi nav bikim, tê de herim. Ez nikarim bêjim min Încî nexwend û haya min jê tunebû. Divê kesê ku ji xwe re dibêje rexnegir teqez romaneke mîna Înciyê bixwendiba. Ew jî kêmasiya min e.
Tawanbariya duyem: nijadgirê kurd
Eroglu dibêje: “Diyar e ku birêz Ocal ji çepgirî û sosyalîzmê hez nake. Ev û dîtnên min li jor anîn ziman nîşan didin ku di nav nirxandinan de nêrîn û fikreke îdeolojîk heye û birêz Ocal nijadgirekî kurd e…” Meriv nizane çi bibêje. Ez ê du pirsan jê bikim: Kî û çawa, li gorî keyf û keyfiyeta xwe azad e yan jî kole ye? Pîvana vê yeke çi ye? Vê jî lê zêde bikim: Azadiya kurdan ne girêdayî îdeolojî û bîrdozî, rêxistin û tevgerîn, kesayet û komele, eşîr û malbatan e. Azadiya kurdan girêdayî kurdan e. Kurd divê kurd bin. Kurdbûna wan ji rexneyeke objektif re ne asteng e. Ez ne mecbûr im ku ji sosyalîzmê yan jî îdeolojiyeke din hez bikim. Lê yekî çepgir, îslamgir an jî filan û bêvangir di wêjeyê de ji berhemekê heq bê der, ez rexnegirê karê wî me ne yê dil û mejiyê wî me. Rexneya min jî li gor pîvana ku min daniye. Ew jî rêbazek e objektîf e bi keyfiyeta min. Pozikê rexneya min a tûj ji bo îdeolojîstên ku wêjeyê dikin amûr û pêxwarina îdelojiyên xwe ne jî. Rexnegir divê li hember van tawan û îtaetxwestinên nepenî yên îdeolojîk ên Eroglu û vê nêrînê jî rawestin. Eroglu doza objektîfiyê ji min dike yan ya hezkirina sosyalîzmê?
Dîsa modernîzm û postmodernîzm
Eroglu dibêje: “Li aliyê din serkeftînebûna romanan girêdayî nebûna terzê modern dibîne. Lê belê terzê modern çi ye diyar nekiriye, ji terzê modern çi fêm dike, ne diyar e…”
Di 101 Romanên Kurdî de min ji ser 90î puan daye 18 romanan. Di van romanan de kîjan bi terza modernizmê hatiye nivîsandin, kîjan bi terza postmodernîzmê hatiye lê kirin? Di 7 romanan de dirûvê postmodernîzmê, di 11yan de jî yê postmodernîzmê heye. Romanên baş û serkeftî (yan jî klasîk) him bi terza modernîzmê him jî bi terza postmodernîzmê tên nivîsîn. Belkî bersiva hemû pirsan di rexneya min a derbareyê romana Çerxa Xedar a Yaşar Eroglu de ye.
Gotina dawî
Divê di nava me hezkerên û hevkarên kurdî de dilşikestin nebe. Ez behsa kurdbûneke hemiyetperwer dikim, lê qe nebe divê kurdbûn objektîf be. Em însan in, ji dilmayînê xirabtir tiştekî din nîne. Min xwest ku kevirekî rexneyî li dîwarê kurdî bikim. Teqez kêmasî û şaşiyên min hene. Ez ji niha de lêborîna xwe dixwazim ji berhemdarên kurdî. Doz û armanca me pêşdabirina wêjeya kurdî ye. Hêvîdar im rexnegirên baştir û profesyonel derkevin, kevirên durist li qada wêjeya kurdî zêde bikin.
Ev lînka jêr jî ya rêzdar Yaşar Eroglu ye. Mala wî ava, spas dikim ji bo cenabê wî…
https://diyarname.com/news.php?Idx=62469

**
Têbiniya Diyarnameyê: Em alîgir in ku nivîskar û rexnegirên me di astek baş de li ser berheman nîqaşê bikin. Di nîqaşên wisa de em dest nadin nivîsên wan. Me dest nedaye nivîsa Yaşar Eroglu jî, bersiva Faîk Ocal jî bêyî em dest bidin em diweşînin. Hin nivîskarên din bixwazin li ser vê meseleyê, yan meseleyên din tiştek bibêjin deriyê Diyarnameyê vekiriye.


