Diyarname
Serokwezîrê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partî Recep Tayyip Erdogan îro di Koma Meclisê ya Partiya xwe de axivî. Erdogan li ser perwerdehiya bi zimanê zikmakî ku kurd her dixwazin (bêyî ku gotina kurdî bîne ziman) wisa got: "Bi zimanê zikmakî perwerdehî hînkirin. Tiştek wisa nîn e. Zimanê fermî yê welatê me tirkî ye. Yên ku dibêjin zimanê zikmakî maf e ez bang li wan dikim. Ev ne mafek e. Hînbûn maf e. Me bingeha wê saz kir. Me wekî dersa hilbijêr anî dibistanan. Li zanîngehan bi heman awayî me beş vekirin, li girtîgehan axivîn qedexe bû me serbest kir. Me ev gav avêtin. Li nav şaredariyê li ser deriyê midûr ji dêvla "midûr"* bi kurdî peyva beremberî wê nivîsîne. Tu wateya vê nivîsandinê nîn e. Hejmara kesên serî li dersa hilbijêr daye li holê ye. Li Ewropayê welatên ku vî karî derdixin pêş jî digel ku em xwedî mafên kêmneteweyan in wekî zimanê zikmakî tirkî hîn nakin. Gere bi gotinên hinan kela me ranebe. Ne hewceye mirov bi zimanê hinan biaxive."
* Têbiniya Diyarnameyê: Li bajarên kurdan gelek şaredariyên BDP'ê tabelayên li nav şaredariyan bi duzimanî, bi kurdî û tirkî nivîsandin û daliqandine. Van şaredariyên BDP'ê xebata bi duzimanî daye ber xwe. Erdogan qala vê yekê dike. Her wiha di warê perwerdehiya bi zimanê zikmakî de jî careke din nêrîna Erdogan eşkere bû.