Diyarname
Kongreya Demokratîk a Gelan (Halklarin Demokratik Kongresi - HDK) li ser pevçûnên zêde bûne û xebata ku di pêşerojê de dê bike daxuyaniyeke da çapemeniyê. HDK ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dikeve nav tevgerê. Endamê Lijneya Rêveberiyê yê HDK'ê Gencay Gursoy got: "Kilîtê aştiyê çareseriyê de ye", mebûsa BDP'ê Sebahat Tuncel jî got ku ewê li ser bersiva "Aştiyeke çawa?" bigerin.
Ji bo starta kampanyayê li Cezayîr Restorantê bi beşdariya mebûsê HDK'ê Leven Tuzel, mebûsa BDP'ê Sebahat Tuncel, Endamê Lijneya Rêveberiyê yê HDK'ê Gencay Gursoy, Endama Meclisa HDK'ê Bircan Yorulmaz û gelek HDK'yî beşdar bûn.
Vane hin agahiyên ji plana ku HDK'ê daye pêşiya xwe:
- Kampanya ji bo çareserî hê jî mimkûn e hatiye dest pê kirin.
- Raya giştî bi têra xwe ji bûyeran nayê agahdar kirin. Dê û bavên zarokan telefonên vir û wir dikin û dikin ku xwe bigihînin agahiyan.
- Kilîtê aştiyê di çareseriyê de ye, çareserî bi muzakereyan tê.
- Ji bo kampanyayê di 1'ê Rezberê Roja Aştiyê ya Dinyayê de dê li her derê Tirkiyeyê mîtîng bêne li dar xistin. Di meha rezberê de ji 81 bajaran bi beşdariya ji her bajarî 3 nûnerî, li Enqereyê dê civîneke gel a mezin lidar bikeve.
- Di 27-28'ê gelawêjê, di 8'emîn meha kuştina 34 gundiyên Roboskiyê dê heyetek heye Roboskiyê.
- Tê plankirin ku di meha rezberê de sempozyûmek navneteweyî li dar bişin, gazî nûnerên ETA û ÎRA'yê jî bikin. Her wiha sazkirina konfesareke li ser Rojhilata Navîn jî tê organîzekirin.


