Diyarname
Heyeta BDP’ê îro, ji bo planên konferansa netewî ku demek dirêj e li ser axaftin tê kirin û ji bo amadekariyên vekirina nûnertiya BDP’ê ya Hewlêr temam bike çû Herêma Kurdistana Federal.
Heyeta BDP’ê de Hevserokê berê yê DTP’ê Ahmet Turk, parlementera qedexeya siyasî li ser Aysel Tugluk, Hevseroka KCD’ê Yuksel Genç û Endamê Meclisa BDP’e Fethî Gumuştaş û Ruşen Çakiroglu (Çakiroglu wê bibe nûnerê BDP’ê yê Hewlêrê) hene.
Heyet wê bi Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî re bicive û roja 31’ê tîrmehê vegere.