Diyarname
Li nav kurdan yek ji kovarên taybet li ser mijareke jî kovara "Kurdeçîrokê" ye. Kovarê niha hejmara xwe ya 7'an pêşkêşî çîrkohezan kir.
Kovara "Kurdeçîrokê" bi kurdî du demsalan carek derdikeve. Niha bi hejmara xwe ya 7'an a payîz-zivistana 2024'an li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Di vê hejamrê de jî çîrokên çîroknivîskarên kurd hatine weşandin û hin werger têde hene.
Di vê hejmarê de nivîskarên kurd ên wekî Samî Hêzil, Mem Zînistanî, Remezan Alan, Xezal Redkarî, Îsmaîl Dîndar, Rojda Yaşik, Mîrza Mezîn, Ulku Bingol, Mîna Acer, Kanîwar Dilman, Mehmet Çalişçi, Mizgîn Savci, Dara Hekaran, Îsko Bingol ked dane kovarê.
Her wiha hevpeyvînek ligel Raymond Carver ku berê hatibû kirin jî hatiye weşandin.


