Qamişlo
10'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve hatiye organîzekirin 8'ê mehê dest pê kir û heta 18'ê mehê dê bidome.
Di vê çarçovey^ede 10'ê mehê bi navê "Efrîn di navbera Çiyayê Kurmênc û Çiqilê Zeytûnê" de panelek hat lidarxistin.
Endamê HRRK`ê Welîd Bekir moderatoriya panelê kir û çalakvanê belgekirina Kiryarên li dijî Mirovahiyê Dilşêr Îbrahîm, nivîskar û koçbera ji Efrînê Fîdan Mihemed û endamê Rêxistina Badir Fadil Mihemed wekî axifger beşdan bûn. Ew li ser mijarên qurbaniyên şer, belgekirina kiryaran û guhertina demografîk li Efrînê nîqaş kirin.
Va ne notên ji panelê:
"ZÊDETIRÎ 9 HEZAR Û 500 KES HATINE REVANDIN"
- Dilşêr Îbrahîm: Ji destpêka 2018'an ve gelek cureyên binpêkirinê bi taybet li dijî pêkhateya kurd pêk hatine, mal û milkên wan wêran kirine, xanî û zeviyên wan wekî diyarî dane komên çeteyan. Dizî, îşkence, revandin û birîna daran jî beşeke ji binpêkirinê ku niha li Efrînê berdewam dikin.
- Ji 2018`an ve heta niha zêdetirî 9 hezar û 500 kurd ji Efrînê, çalakvanên mafên mirovan, rojnameger û endamên saziyên civaka sivîl hatine revandin. Ji wan 9 hezaran, hezar û 500 jin in û zêdetirî 600`î zarok in. Ji hezar û 500 heta 2 hezarî tu agahî li ser wan tune ye.
- Raporên mehane têkildarî sûcên li ser asta navneteweyî derdikevin cih nadin mijara dagirkirina Efrînê, komkujî û binpêkirinên li Efrînê berdewam dikin. Pêwîst e her aliyek anku her çalakvanek xwe li ber rewşa Efrînê berpirsyar bibîne.
KAMPANYAYA 'EV DER ÇIYAYÊ KURMÊNC E, EV DER EFRÎN E'
- Fadil Mihemed: Li hemberî guhantina demografiyê me kampanyaya `Ev der Çiyayê Kurmênc e, Ev der Efrîn e` dane destpêkirin. Armanca ew e em balê bikşînin ser xalên ku pê guhertina demografîk li Efrînê pêk tên.
- Ji bo isbatkirina guhertina demografîk em hewl didin têkiliyên xwe bi aliyên peywendîdar re xurt bikin. Em bi ser medya dijîtal re xebatên xwe didomînin.
- Niha hewl didin navê Efrînê bikin `Çiqila Zeytûnê`, ji bo rêgirtina li ber van kiryaran nasnameya herêmî girîng e ku bê parastin. Niha tenê ji sedî 50 kurd li Efrînê ne, xelkê ku derbasî Efrîn dikin wan dikin xwedî nasnameya Efrînê.
ÊRÎŞ LI DIJÎ SIVÎLAN BÛN
- Fîdan Mihemed (pirtûkeke wê îsal der barê vegotina êşa koçberî û êrişên ku li dijî herêmê hatin kirin derketibû): Armanc ji nivîsandina pirtûkê derxistina dengê Efrîniyan û gotina çîrokên wan bû. Li Efrînê gelek komkujî pêk hatin. Êriş li dijî sivîlan û binesaziya herêmê bûn, êrişên dagirkeriyê bûn.
Roja 3`emîn ji mîhrîcanê bi xwendina helbestan bi zimanê Kurdî û Erebî, pêşandana fîlmekê der barê jiyana Siyasetmedar û nivîskar Kurd Osman Sebrî bi dawî bû.


