Diyarname
Partiyeke bi navê "Yenî Partî" ku ala wê roj e vebû. Tê gotin ku ev partiya yêdet a Ak Partî ye.
Bi doza girtina Ak Parti re nîqaşa partiyeke yêdek dest pê kiribû. Niha bi navê Yenî Partî ji bo avakirinê serîlêdaneke li Wezareta Karên Hundir hate kirin. Ev wekî 56'emîn partiya siyasî beşdarî partiyên siyasî yên Tirkiyeyê bû. 32 avakirên Yenî Partî (Partiya Nû) hene.
Alper Tunga Aykaş û Mehmet Ali Turk jî di nav de 32 kes wekî avakarên partiyê dixuyin û navnîşan jî wekî TOKİ 33. Sokak No: 67/14 Mamak / Enqere nîşan dane.
Tê gotin ku ev partiya yêdek a Ak Partî ye.
Li Tirkiyeyê partiyeke ji bo beşdarî hilbijartinê bibe divê berî hilbijartina bi 6 mehan hatibe avakirin û herî hindik li 41 bajaran rêxistina wê hebe. Lê li gor zagonê xaleke wisa jî heye: Ger 20 mebûs rabin partiyeke ava bikin an derbasî partiyeke bibin koma wê partiyê di meclisê de çê dibe û di cih de bêyî ku li 41 bajaran rêxistina xwe saz bike jî dikare beşdarî hilbjartinê bibe.