Serokê Juriya Laleya Zêrîn diyar bû
Diyarname
32’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera 30’yê adarê û 4’ê avrêlê de li dar dikeve. Niha Serokê Juniya Laleya Zêrîn a Pêþbaziya Neteweyî diyar bû. Derhêner Taygun Pirselimoglu ku di sala 2002’Yan de “Hiçbiryerde” kiþandibû bal kiþandibû ser xwe. Pirselimoglu paþê sê fîlm wekî rêzeye bi navê “Riza”, “Pus” û “Saç” kiþandibû, li ser bingeha “wijdan û mirin” sazkiribû ev filmên xwe. Tayfur Pirselimoglu niha bû Serokê Pêþbaziya Neteweyî ya Laleya Zêrîn a Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê.
Pirselimoglu digel fîlmên xwe bi pirtûkên xwe jî tê nasîn,. Wî yekemîn romana xwe “Çol masallari” (Çîrokên Çolê) di sala 1996’an de, “Kayip Þahislar Albumu” di sala 2002’yan de û “Þehrin Kuleleri” jî di sala 2005’an de nivîsîbû. Pirtûka wî ya çîrokan “Otel Odalar” jî di sala 2009’an de derketibû. Pirselimoglu herî dawî par bi navê “Harry Lime'in En Yeni Hayatlarý ya da Uçuncu Adam'a Ovgu” weþandibû.
Tayfur Pirselimoglu ku bi fîlmên xwe heta niha gelek xelat girtine di warê wêne, senaryo û derhêneriya de li hin bajaran dersan dide.
Juriya di bin serokatiya Pirselimoglu de îsal di warê Fîlmê Herî Serketî, Derhênerê/ Herî Serketî, Lîstikvanê/a Herî Serketî, Senaryoya Herî Serketî, Derhênerê/a Dîmenê yê/a Herî Serketî, Montaja Herî Serketî, Muzîka Herî Serketî, û Xelata Taybet a Juriyê de xelatgiran diyar bike.
Serîlêdan hat dirêjkirin
Her wiha roja dawî ya serîlêdana Festîvala Fîlman a Stenbolê 28’ê vê mehê bû lê li ser daxwazê ev roj heta 1’ê reþemiyê hat dirêjkirin,
Yên ku bixwazin fîlm, belgefîlmên xwe ji bo festîvalê biþînin divê heta 1’ê reþemiyê biþînin navenda festîvalê (Navnîþan: Nejat Eczacýbaþý Binasi, Sadi Konuralp Cad. No: 5 Þiþhane, Stenbol)