Diyarname
Piştî li bêndena Lubnanê teqîn çêbû li hemberî hikumetê çalakiyên protestoyî çêbûn. Li ser vê hikumetê îro îstîfa kir.
Roja 4'ê vê mehê li bêndera Beyrûda Libnanê teqîn çêbûbû. Di teqînê de zêdeyî 200 kes miribûn û bi hezaran birîndar çêbûbûn. Ji wê rojê de gelek tişt çêbûn.
Welatan diyar kir ku ew amade ne piştgiriya Lubnanê bikin. Bi taybetî Fransa gelek welatan berê xwe da wir. Serokomarê Fransayê Macron ji aliyê gel ve bi awayekî êrênî hat pêşwazîkirin. Û gelê Lubnanê jî dest bi çalakiyên şermezar kirinê kir. Gel îstîfaya hikumetê xwest. Îro Serokwezîrê Lubnanê Hassan Diyab îstîfa kir. Berî wî Wezîrên Edalet, Maliye, Hawir û Înformasyonê wekî şexs îstîfa kiribûn.