Stenbol
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihîşt Tirkiyeyê. Barzanî dê bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû re hevdîtin pêk bîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo serdaneke du rojan hat Tirkiyeyê. Barzanî piştî serdana li DYA’yê bi balaferike taybet bi ser Zurîhê re hat Stenbolê û li Balafirgeha Ataturk a li Stenbolê ji aliyê rayedarên Wezareta Derve ve hat pêşwazîkirin.
Barzanî bê ku bersiva pirsên rojnamegeran bide çû otela ku dê lê bimîne.
Barzanî dê bi Erdogan û Davutoglu re hevdîtinan pêk bîne.
Tê gotin ku di hevdîtinan dê qeyrana siyasî ya li Iraqê, bûyerên li Sûriyê, PKK û Konferansa Neteweyî ya Kurdan bêne gotûbêjkirin.