logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Demîrtaş: Divê êdî em HDP'ê mezin bikin

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe ya li civîna koma partiyê de mijara yekbûna BDP-HDP'ê zelal

  • Dîrok: 22/04/2014
  • Beş: Nûçe

ENQERE

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe ya li civîna koma partiyê de mijara yekbûna BDP-HDP'ê zelal kir û got, "BDP ji holê ranabe, wê bêtir giraniyê bide ser pirsgirêkên herêmî û têkoşîna xwe wiha dewam bike." Demîrtaş banga "Em êdî HDP'ê mezin bikin, veguherînin partiya hevpar a gelan, eniya hevpar a bindestan" kir.

Di civîna dawî ya koma partiyê ya BDP'ê ya li Meclisê de, ku parlamenterên wê dê derbasî HDP'ê bibin Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş bi bîranîna Halîl Îbrahîm Orûç ê di hilbijartinên giştî yên 2011'an de di dema protestoyên YSK'ê de jiyana xwe ji dest da, dest bi axaftina xwe kir.

'ROJA ROJNAMEGERÊN KURDISTANÊ PÎROZ BE'

Demîrtaş di dewama axaftina xwe de bibîr xist ku beriya niha bi 116 salan, li hemberî zext û feraseta sirgûnkirinê ya padîşahê demê Abdulhamît, li paytexta Misir Qahîreyê yekemîn rojnameya kurdî hatiye weşandin û got, "Ev yek veguherî dîrokeke ku çapemeniya azad jî ji xwe re wekî mîladê dibîne. Çapemeniya azad, çapemeniya kurd, çapemeniya mûxalîf di nava hewldana dewamkirina vê kevneşopiyê de ye. 22'ê Avrêlê wekî Roja Rojnamegerên Kurd tê pîrozkirin. Em hemû xebatkarên çapemeniya azad ên li girtîgehan û hemû endamên çapemeniyê yên hewl didin vê kevneşopiyê dewam bikin, Roja Rojnamegerên Kurdistanê li wan pîroz dikin."

'GOTINA ERMENÎ HÊ WEKÎ HEQARETÊ TÊ BIKARANÎN'

Demîrtaş da zanîn ku piştî du rojan 24'ê Avrêlê wekî destpêka qirkirina li hemberî ermenan, di heman demê de salvegera komkujiya li dijî rum, êzidî û suryaniyan e û destnîşan kir ku berî niha bi 99 salan, bi mîlyonan mirov ber bi mirinê ve hatin şandin. Demîrtaş got, "Rastî komkujiyê hatin. Ev yek destpêka polîtîkayeke qirkirinê ya berfireh bû. Mejiyê Îttîhat û Terakkî yê demê, hemû civakên ne Misilman qetil kir. Li Almanya Naziyan jî li hemberî cihûyan tiştên bi heman rengî kirin. Çawa ku Nazî çû sergoyê dîrokê, divê rûbirûbûnek bi zîhnyeta Îttîhat û Terakkî jî were kirin."

DI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DE PÊŞKETIN NÎN E, BEREVAJÎ PAŞDEÇÛYÎN HEYE

Demîrtaş bal kişand astengiyên li pêş çûyîna heyeta BDP-HDP'ê ya çûyîna Îmraliyê û got, "Ev 45 roj in haya me ji afirînerê pêvajoya çareseriyê nîne." Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Heyeta me di warê çûyîna giravê de rastî astengiyên ciddî tê. Hevdîtinên diviyabû hefteya bihurî bihata kirin, ji ber sedemên ne maqûl pêk nehat. Em bi fikar in. Eger hefteya pêş heyeta me nikaribe biçe, dibe 50 roj ku em ji Îmraliyê agahiyê nastînin. Piştî hefteya were emê bêjin ku pêvajoya hevdîtinê qut bûye. Em ji tenduristî û ewlekariya jiyanê ya Birêz Ocalan bi fikar in. Di şûna pêşketinê de vegera li rewşa berê tê jiyîn. Divê hikûmet bibîne ku bi nêzîkatiyeke ewçend ji ciddiyetê dûr, nikare vê pêvajoyê bimeşîne. Em li bendê bûn ku ji bilî heyeta me rewşenbîr, nivîskar jî biçin giravê. Lê berevajî vê heyeta me jî rastî astengiyan tê. Gelo hûnê vê pêvajoyê bi kê re bimeşînin? Divê hûn rabin vê aşkere bikin."

EMÊ BI AWAYEKÎ YEKALÎ BIMEŞÎNIN!

Demîrtaş da xuyakirin ku pêwîste êdî hikûmet fêm bike ku pêvajo bi awayekî yekalî nameşe û got, "Emê jî dest bi pêvajoya avakirinê ya yekalî bikin. Kîjan maf û azadiya me hebin, emê bi awayekî yekalî van têxin meriyetê. Emê li benda hikûmetê nemînin. Wê her kes bibîne ka evê çawa çê bibe. Emê nîşan bidin ku ev welat ji azadiyan natirse. Pîvanên hiqûqî yên gerdûnî ji bo me derbasdar in. Ev ji bo me referans in. Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo me referans e. Şertê Xweseriyê ya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê ji bo me referans e. Emê nîşan bidin ku ev yek tiştekî jê were tirsandin nîne. Hikûmet hingî çi dike ew bi xwe zane. Eger bi destûra bingehîn û reformên qanûnî re piştgiriyê bide vê, wê tiştekî baş bike. Eger li şûna xwe bimîne, hingî yekane temînata aştiyê wê BDP û HDP be. AKP wê li derveyî vê bimîne."

YÊN KU BERÊ XENDEK KOLANDIN DI BIN XENDEKÊ DE MAN

Demîrtaş diyar kir ku polîtîkaya AKP’ê ya li dijî Sûriye û Rojava li dijî polîtîkayên aştiyê ne û wiha got: “Ev raste rast girêdayê Tirkiyeyê ye. Kolana xendekan, pêkanîna ambargoyan, astengkirina neşandina amûrên mirovahî, piştgirî dayîn akomên radîkal, yek ji şaşiyên sereke yên ku pêvajoya aştiyê dînamît dike ye. Yên ku ev polîtîka kirin jiyanê, yên ku xendek kolan di bin xendekê de man. Mîmarê xendeka ku meşa azadiya dide rawestandin hêj cîhanê nediye. Ji ber vê jî tu tişt meşa azadî û Rojava nade sekinandin.

PDK HAT HIŞYARKIRIN

Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku kesên ku van pêkanînan wek çarserî pêşkêş dikin divê careke din bifikirin û wiha got: “Ne bi xendekan bi yekitiya gelan divê çareserî pêk bê. bi kolandina xendekan ewlehiya pergala gel nayê pêkanîn. Ancax bi temasên rast dikare aştî pêk bê. ji bilî vê her tedbîr encamên cuda dide jiyandin. Bi taybet jî em dibêjin ku divê PDK dê di pêşerojê de rê li ber pirsgirêkan vebike. Ev fêdayê dane BaşûrêKurdistanê, gel û netewa kurd. Gelê Başûrê Kurdistanê neketiya nava van polîtîkayan.  Her kes divê divê di mijara yekitiya netewî ya ku îradeya gel esas digire bibe xwedî helwest. Ji vir em ji hemû nûnerên PDK’ê re dibêjin ku hun zirarê didin me hemûyan.

Demîrtaş balkişand ser nîqaşên qedexekirina Taksîmê ku di çarçoveya pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de tên kirin û got dê ewê wê rojê bi sendîka û partiyên siyasî re li Taksîmê bin.

 JI BO NETEWA DEMOKRATÎK Û WELATÊ HEVPAR HDP

Demîrtaş got  ew berê azadî û gelên xwe ve dimeşin û got ew dê desturê nedin dîroka bi êş ya ku hemû nasname û bawerî tune hesibandine û wiha got: “Em ji bo înşakirina jiyanek adîlane û wekhev bi hevre dê bi mil bidin hev û têkoşîna xwe bilind bikin. Em bi hev re bigirîn ku bi hev re bikenin. Bi pelçikandina kesekî din azadî ne pêkanîne. Emê ji nasnameya xwe ya mirovahiyê dur nekevin û tevbigerin.  Yekane riya ku ev pêk bên eve,bi kesên ku xwedî vê nêrînên re têkoşîn bê meşandin.  Netewa Demokratîk, welatekî hevpar ancax bi vî awayî bigihêje huzurê. Emê bi hev re bixebitin. Partiyek me ya hevpar heye. navê wê Partiya Demokratîk a Gelane.

JI BO HDP’Ê BANG

Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew neçarin xebata HDP’ê mezin bikin, bi hêz xwe rêxistin bikin, bikin alternatîfa dehilatdariya gel ya demokratîkbûna rast û nîşan bidin ku ne mahkumê zîhniyeta wan ya yekparê û çareseriya wane. Demîrtaş wiha berdewam kir: “ Em kesên ku ji aliyê gel vehatin hilbijartin û li ser soza ku me daye dê bi têkoşîna hevpar  welatekî hevpar înşabikin û me biryar da ku  ji hefteya pêş me û şûnde dê bin sîwaneya HDP’ê faliyetên xwe yê komê bimeşînin. Emê hedef bikin ku bindestan rastir tesmîl bikin û bibin dengê hevpar. Ev biryar divê neyê wateya ku BDP tê feskirin û derbasî HDP’ê dibin. BDP dê zêdetir ji bo pirsgirêkên aborî, civakî, perwerde, tenduristiyê hewl bide. Bi vî awayî dê têkoşîna xwe ya siyasî bidomîne.  Yanî feskirin en mijara gotinê ye. Hedefa wê eve ku xebata stratejîk mezin bikin. Em bangli hemû partiyiyên xwe, dostên xwe dikin. divê em êdî HDP’ê mezin bikin û bibin partiya hevpar a Gelan û bikin eniya hepvar ya gelan. Em bang lihemû kesî dikin ku bi hêzek mezin xwedî li HDP’ê derkevin.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Û spanyolan carek din hêviya îngilîzan di gewriya wan de hişt

ad

Navên mîrgehên di Şerefnamê de şaş hatine wergerandin

ad

8 fîlmê enî hewtî

ad

Demirtaş qub xwest: Werin em hilbijartina pêşwext çêbikin

ad

CHP'ê ji bo Wan, Bedlîs û Îdirê berendamên xwe eşkere kirin

ad

Dimay 50 sere eşkera bî ke Bruce Lee çirê merdo

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname