Qamişlo
8'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li Qamişloyê dest pê kir. Pêşangeha ku bi diruşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” li dar dikeve, heta 22'yê mehê dê bidome.
Di pêşangeha îsal de 54 weşanxane, pirtûkxane, navend û saziyên wêjeyî yên xwecih, Kurdistanî, Sûriyeyê, Lubnan, Iraq, Balçîka, Brîtanya, Misir, Kiwêt û Îmaratê beşdar dibin. Pêşangehê li Hola Zana ya li Qamişloyê îro deriyên xwe vekirin. Berhemên ku hatine pêşkêşkirin ji sedî 45 bi kurdî ne, ji sedî 25 berhemên jinan in û ji sedî 40 jî berhemên wêjeyî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Di pêşengehê de zêdetirî 143 hezar pirtûkên; wêje, çîrok, roman, helbest, şano, lêkolîn, felsefe, zanistên civakî, siyaset, fikir, dîrok, ziman, rêziman, ferheng, gotarên cuda û yên zarokan bi zimanê kurdî (kurmancî û soranî), erebî, tirkî, îngilîzî, rusî, fransî, suryanî, ermenî û almanî hatine pêşkêşkirin.
Li gorî bernameya pêşangehê 16'ê mehê danê êvarî semînera nivîskar Merwan Berekat bi navê "Wêje û rexnegiriya wêjeyî li Rojavayê Kurdistanê" wê li dar bikeve.
Li pêşangehê nivîskar dê pirtûkên xwe îmze bikin. Her wiha şahiyên hunerî jî dê hebin. Pêşangeh her roj saet di navbera 10.00 - 20,00'an de vekiriye.

***
Nûçeya Eleqedar:
- Amadekariyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol temam bûn

Di pêşangehê de 54 weşanxaneyan stand vekirine.
***
"3 Deqe ligel Cemil Oguz"



