Diyarname
Diransazekî bifikirin ku ji jinan re wisa dibêje: Were em îşev razên, sibê ez diranên te çêbikim!
Ev ne henek e. Li bajarê Cenova ya Îtalyayê diransazekî li ser înternetê îlanekî weşand û di îlanê de got: Ez dikarim beramberî hevşabûnekê diranê jinên ku dixwazin çêbikim.
Li ser bihîstina vê îlanê rojnameyeke herêmî ya bajêr bi navê "Secolo XIX" nûçegîhana xwe ya jin şand cem diransaz.
Diransazê ku nûçegîhan bi awayekî ferq kir û fêm kir ew wî dikişîne kamerayê ji nûçegîhan re got ku ev 16 sal in ew zewicandiye û xwedî du zarokan e û naxwaze zirar bigihîne wî. Lewma ji nûçegîhan xwest ku yan nûçeyê saz neke, yan navê wî eşkere neke. Ji bo ewlehiya diransaz navê wî nehat eşkerekirin.
Her wiha diransaz diyar kir ku ji ber ku buhaya çêkinina diranan zêde bû bi gelek jinan re li hemberî vê buhayê razaye.
NOT: Ev wêne, wêneyekî temsîlî ye, ji yildizhaber.com hatiye girtin