___Seîd Mîrza___
Silav Taqoz!*
Di heman eniya şer de, em bi hev re bûn, her wiha niha di wê odeya nexweşxaneyê de jî…
Erê ya ku ji te re digot; Sebir bik! (r: 38) ez bûm, lê hişê te serê te nebû, te duh-îro-sibê nav çavên hevûdin xistibû…
Taqoz!
Du hefte berî niha, em bi hev re li eniya şer bûn, guhên me li hev, çavên me li tirsê bûn… sê roj û du şevan em li derve li çolistanê bûn, em ne ew qas wêrek bûn, lê bi salan hesta wêrekiyê li me hatibû barkirin; ji ber ku şev direj bûn, ez û tu, me sohbet dikir. Te ji min re gotibû; Hê dema ez zarok bûm, bavê min terka me kir û çû… dayika min tim ez dibirim sînemayê, herî zêde jî ji filmên Charline Capkin (…xane, r: 44) hez dikir. Ya rastî di wê wextê de min qet ji fîlman hez nedikir. Tenê kena min bi gopalê Capkin dihat. Sal bi sal min gelektir ji filmên wî hez kir... piştî ku dayika min di heft saliya min de mir, êdî ez milkê dewletê bûm… min derheqê bavê xwe de tiştek nedizaniya, lê kengî filmên Capkin dest pê dikir, ez eywana sînemayê ya wargehê bi bez derdiketim û diçûm jûra razanê, hinekî digiriyam, paşê min firçeya dest bi dar digirte destê xwe û di odeye de texlîda Charline Capkin dikir, paşê min xwe bi xwe digot;
heke ez serlîstikvanê vî filmî bim, îja ka temaşevan?(…xane r: 44)
Wekî dayika min xwe li ser doşeka beramberî min lûsandibe, min wisa fîlm û hunera xwe pêşkeşî wê dikir…
Çavên me ji tirsê veqetiyabûn, me li solên xwe dinihêrî... em bi dengê General ji xeyalan şiyar bûn. Eva sê roj in em li wir in, lê General nû tê. Roj ber êvar ve diçe… her kes bê deng e, ne tenê em; çirçirk jî bê deng in îşev… te serê xwe ji kozika xwe derxist ji General pirsî;
- Çima li vî welatî bi şev çirçirk naxwînin, generalê min?
- Di grevê de ne. Terorîstan protesto dikin (…xane r: 41)
Hê gotina General neqediyabû, terorîstan erîşê me kirin... çima heta General nehat, Terorîstan erîşê me nekirin, nizanim! Lê gotina te a duh tê bîra min, te gotibû;
Çima hew zarokên xizanan dibin leşker, bavo? Çi çi çima xizan ji xilafî ehmeqîyê nizanin bibin tiştekî dî? Qey qûna dewlemendan jî wekî qûna xizanan narrî, bavo?
( …xane r: 42)
Tê bîra te Taqoz?!
Dema em di wan şevên dirêj li eniya şer bûn, te dîsa heman tişt digotin, te digot; Çima ev şer qedara me feqîran e? Çima ên dewlemend li ber televîzyonan mirina me temaşe dikin? Çima tu kes ji vê şerê bê wate re nabêje êdî bes e? Û te pirseke din lê zêde kiribû ku heta wê rojê qet nehatibû bîra min. Te gotibû; Ev axa niha em diparêzin dê çi kêrî me were? Em heta niha qet nehatine li ha û em belkî êdî tu car jî neyên, lê em niha li ha diparêzin… piştî te gotina xwe qedand, te serê xwe berjêr kir û di ber xwe re wiha got; Dibe ku dagirker em bin? Dibe ku Terorîst em in?
Hevalê min, Taqoz!
Ew tiştên ku tu niha li ber nexweşiya xwe dibêjî û ew tiştên berî bombebaranê em jiyan û me dîtin, ne dûrî hev du ne… General, atlasa dera em li wir dabû ber xwe û zirtê xwe dikir. Tu niha di halê xwe yê nexweş de wiha dibêjî;
Yadê, here ji Generalê min re bêje bila guhê xwe li ser atlasê raxe, hela bê guhê wî dewsa çend welatan zeft dike? (…Xane r: 43)
Ne tenê bi gotinên xwe, tu bi kirinên xwe jî Generalê me texlîd dikî. Dema peqîn pêk hat, berî ewil General xwe xef kiribû. Niha ez dibînim tu jî dema destê te vedikin tu xwe li bin maseyê diveşêrî,
Tu li bin masê de çi dikî, Taqoz?
Generalê xwe texlîd dikim. ( … xane r: 43)
Soz, Taqoz
Min ji te re di eniya şer de jî gotibû, ez dîsa dibêjim. Min ji te ra gotibû; Dema şer biqede, em ê bi hev re biçin sînemayê û filmê Charline Capkin seyr bikin. Tu li ber xwe de bişîrîbû te wiha gotibû; Xizan zehf in û heta hemû nemirin wê çawa ev şer xelas bibe?
Her wekî min nebihîstibe, min li gotina xwe zêde kiribû; Lê divê em ewil biçin û serê xwe bişon.
Lê niha dîsa soza xwe dubare dikim, dema tu baş bibî em ê biçin û soza xwe bînin cî û filmê xwe temaşe bikin…
Ez tim li ba te me…
Hevalê te Arif
*Taqoz , qerekterê çîroka …Xane ye. Xane ji pirtûka H. Kovan Baqî, “Torosa Spî” çîrokek e. “Torosa Spî” îsal ji Weşanxaneya J&J derket.


